spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KCD, HDK, TJA, DBP û HDP diçin herêmên erdhejê

Hevserokên KCD, HDK, TJA, DBP û HDP’ê dê bi boneya çilrojka erdhejên Gurgumê, tev li merasîmên bîranînê yên li herêmên erdhejê bibin.

Bi boneya çilrojên erdhejên Gurgumê dê li bajaran merasîmên bîranînê bên lidarxistin. Newroza 2023’yan diyarî qurbaniyên erdhejê hate kirin û ji ber çilrojên erdhejê, dê di 17’ê adarê de pîrozbahî neyên lidarxistin. Dê bi pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan û bi beşdariya 6 hevserokên giştî, 19 endamên MYK’a HDP’ê û 33 parlamenteran, bi boneya çilrojên erdhejê li Hatay, Semsûr, Mereş, Amed, Meletî, Riha, Dîlok û Edeneyê merasîmên bîranînê bên lidarxistin.

Hevserokên giştî dê biçin serdana bajar û navçeyên di erdhejê de hilweşiyayî û beşdarî bîranîn, parî û mewlîdan bibin.

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, endamên Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê û parlamenter dê li Hatayê bin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, endamên MYK’a partiyê û parlamenter tev li merasîmên li Semsûrê bibin.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, endamên MYK’ê û parlamenter dê li navçeya Bazarcix a Gurgumê; Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel, endamên MYK’ê û parlamenter li Narli ya Gurgumê; Cîgira Hevserokê Giştî yê HDP’ê Feleknas Uca û parlamenter jî dê li Elbistanê bin.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Serhat Eren û parlamenter li Meletiyê; Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û parlamenter li Rihayê; Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç, endamên MYK’ê û parlamenter jî dê li navçeya Islehiye ya Dîlokê tev li çalakiyên bîranînê bibin.

Cîgirên Hevserokên Giştî, endamên MYK’ê û parlamenter dê tev li merasîmên bîranînê yên li Amed û Edeneyê bibin.