21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KCDK-E’yê banga tevlêbûna çalakiyên 11 û 12’ê Mijdarê kir

Spot: Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bang li kurdistaniyên li Ewropayê kir ku tev li çalakiyên 11 û 12’ê Mijdarê yên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên lidarxistin.

Di daxuyaniya nivîskî ya KCDK-E’yê de hate gotin, “Pêngava ku bi dirûşma ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re’ di 10’ê Cotmehê de di asta navneteweyî de destpê kir, di 11 û 12’ê Mijdare de wê bi pêşengiya ciwanan mezin bibe.”

KCDK-E’yê got, “Di hemû pêşketinên civakî û têkoşînên mezin de bandora veguherîner û hêza pêşdebirinê ya ciwanan tê zanîn. Lê di sedsala ku em tê de ne ciwan bi her cure amûr û rêbazên modernîteya kapîtalîst bi dejenerebûnê re rû bi rû ne. Pergal ji bo daxwazên xwe yên aborî û siyasî ciwanan di bin bandora xwe de dihêle.”

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Ji bo vê yekê hemû amûr û alav têne bikar anîn. Olperestî, neteweperestî û zayendperestî weke jehra pergala kapîtalîzmê li ciwanan tê ferzkirin. Bi rêya çand û werzîşê, bi taybetî jî bi rêya medyaya dîjîtalê li ser ciwanan zexteke giran heye.

Em dizanin ku di kapîtalîzmê de tu formuleke jiyanê nîne ku bikaribe pêşkêşî ciwanan bike. Paradîgmaya ku Rêber Apo bi pêş xistiye, bi fikrên xwe yên azadîxwaz alternatîfek e ku li hemberî ruhê tarî yê pergala kapîtalîst wê rêberiya ciwanan bike û bibe ronahiya ciwanan. Ji ber vê yekê 3 rojan ciwanên ji gelek welatên cîhanê li Parîsê hatin cem hev, xwe ji nû ve birêxistin kirin û bi mewzî kirin.

Vê gava ciwanan enerjî û ruhekî nû li pêngava ‘Ji Rêber Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ da. Bi sedan ciwanên ku bi armanca cîhanek azad hatin cem hev, biryardariya xwe ya têkoşîna bi hev re ya ji bo azadkirina xwe diyar kirin. Ev helwest peyama wê ye ku pêngava ‘Ji Rêber Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ ji destên nifşên ciwan bigihêje bi mîlyonan mirovî.

Ev helwesta ciwanên cîhanê ku hêzê dide kampanyayê, wê bi çalakiyên ku wê di 11-12’ê Mijdarê de ciwan dakevin qadan, derbasî qonaxeke nû bibe.

Çalakiyên ku wê di 11-12’ê Mijdarê de bêne lidarxistin, wê bibe seferberiya tevgerên ciwanên Kurd û enternasyonalîst ên li Ewropa û Kanadayê.

Di 11-12’ê Mijdarê de ciwan wê li 13 navendên Ewropayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên meşê helwesta xwe ya girseyî nîşan bidin.

Weke KCDK-E em vê pêvajoya çalakiyan ku şoreşa nû ya ciwanan e silav dikin û bang li her kesî dikin ku bi awayekî çalak beşdarî meşên 11-12’ê Mijdarê wê bên lidarxistin bibin.”