3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bakirhan biryara Dadgeha Bilind wekî hewldana darbeyê bi nav kir

Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan diyar kir ku Dadgeha Bilind li dijî destûra bingehîn serî rakiriye û wiha got: “Em bang li Meclisê dikin ku li dijî hewldana darbeyê helwestê nîşan bide.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Tûncer Bakirhan têkildarî nasnekirina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a li ser Can Atalay û gilîkirina endamên AYM’ê ya Dadgeha Bilind, di civîna Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya li Navenda Giştî ya HDP’ê de axivî.

Serdema bê destûra bingehîn

Bakirhan, ê biryara Dadgeha Bilind weke “hewldana darbeyê” nirxand, wiha got: “Li welatê me ku mekanîka darbeyan lê dixebite, Lijneya me ya Rêveberiya Navendî li ser pêwîstiya bidawîbûna van darbeyan nîqaşek kir. Niha dixwazim encama niqaşên me yên di Lijneya me Rêveberiya Navendî û Koma Meclisê de hatine kirin bi wer re parve bikim. Tirkiye di dîroka hiqûq û siyasetê de di serdemeke ku mekanîka darbeyê herî zindî ye re derbas dibe. Di vê serdema ku destûra bingehîn ji aliyê tifaqa AKP’ê û MHP’ê ve hatiye rawestandin de weke ku di dîrokê de nehatibe dîtin bi qadrobûyîna di darazê de û esas girtina yekitiya hêzan re rûbirû ne.”

Hewldana darbeyê ye’

Bakirhan, îşaret bi xala 153’yan a destûra bingehîn kir û wiha got: “Tevî vê yekê jî 3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind ku xwe bi ser AYM’ê, Meclisê û gelên li Tirkiyeyê dibîne bi awayekî aşkere nîşan dide ku armanca wê ya darbeya siyasî heye. Giliya 3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind û Serdozgeriya Dadgeha Bilind li endamên AYM’ê kirin û gef li wan xwarin li Tirkiyea ku ji Nîsana 2015’ân ve vegueriye pergala OHAL’ê ya fîîlî hewldana darbeyê ye.”

Çi rê li ber vekir?

Bakirhan, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Me heta niha ji ber nenaskirina biryarên DMME’yê gelek mînakên destwerdana siyasetê dîtibûn. Ev helwesta ji aliyê desthilata siyasî ve piştgiriya wê tê kirin, li Tirkiyeyê bingeha mudaxilekirina darazê ya bi destê siyasetê xurt kiriye. Di civîna koma partiyan de ku her hefte pêk tê, hevkarê desthilatê Bahçelî di serî de girtina HDP’ê, di gelek mijaran de Dadgeha Destûra Bingehîn hedef nîşan da û vê yekê rê li ber vê darbeya darazê vekir. Kadroyên netewperest, nijadperest ên bi destê desthilatê û cesaretkirina van kadroyan sedemê karesata hiqûqê ya îro ye. Aşkere ye ku berpirsyarên sereke yên vê karesata hiqûqê ya derketiye holê tifaqa AKP’ê û MHP’ê ye. Vê tifaqê ji bo berjewendiyên xwe hiqûq û edalet ji holê rakiriye. Bi gilîkirina duh hate kirin li rûpelên tarî yên dîroka hiqûqê ya cîhanê kareseteke din a hiqûqê lê hatiye zêdekirin.

Îtîrafa pergala faşîst

Cesaretkirina Dadgeha Bilind a ku di doza girtinê ya HDP’ê de derket derveyî hiqûqê, biryarên emsal ên DMME’yê nasnekirin û doza girtinê veguherand şoveke siyasî ya ji aliyê desthilatê û hevkarê wê ve pêşî li karesata hiqûqî ya duh vekir. Dadgeha Bilind ku ceazeyên neheq û bêhiqûqî yên bi hezaran hevalên me yên siyasetmedar re hatin birîn pejirandin, hevalên me yên siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel û Leyla Guven ên dema girtinê ya 7 salan tejî kirin dîl digire. Ya ku Dadgeha Bilind teşwîqî darbeyê kir desthilata AKP’ê û MHP’ê bi xwe ye. Hevkarê biçûk ê desthilatê naxwe û navexwe dibêje divê ‘Dadgeha Destûra Bingehîn’ bê girtin. Kes jê re nabêje ‘Ya ku tu dikî hewldana ji holê rakirina pergala destûra bingehîn e!’. Lê belê ev gotin îtîrafek bû ku digotin em ê rejîmeke faşîst, populîst ava bikin.

Yên ku diguherînin hûn in

Me gelek caran desthilata siyasî hişyar kir. Me diyar kir ku helwesta ji mekanîka darbeyê sûdên siyasî bistînin ji bilî neqenciyê wê ji bo gelên Tirkiyeyê tiştekî din bi xwe re neîne. Tevî hemû hişyariyên me jî desthilat xwedî li klîkên netewperest, nijadperest ên girêdayî desthilatê û di saziyên wesayetê yên bi destxistine de bûne qadro derdikeve. Erdogan negot ‘Ez biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn nas nakim’? Bahçelî negot ‘Divê Dadgeha Destûra Bingehîn demildest bê girtin’. Dadgehên herêmî gelek caran negotin ‘Em biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn nas nakin’? Dadgeha Bilind negot ‘Ez biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn nas nakim’? Yên pergala destûra bingehîn diguherînin hûn in. We bi hezaran girtiyên siyasî bi guhertina pergala destûra bingehîn sûcdar kirin. Lê sûcdarên esas hûn in.

Dadgeha Bilind serî rakiriye

Pêvajoya ji holê rakirina destûra bingehîn li Tirkiyeyê di esasê xwe de bi dawîkirina pêvajoya siyaseta demokratîk û lêgerîna maf e. Dadgeha Bilind ji pergala destûra bingehîn re bi awayekî aşkere serî rakiriye. Ev helwesta Dadgeha Bilind îtîrafa ku dibêjin em baweriyê bi demokrasiyê naînin û pergala destûra bingehîn qebûl nakin e. Li dijî vê serî rakirin û hewldana darbeyê divê biryarên DMME’yê û AYM’ê demildest bên pêkanîn.

Divê demildest biryar bê pêkanîn

Ji kevneşopiya me ya ji HEP’ê heta HEDEP’ê yên bûn şahid û mexdûrên mekanîka darbeyê û darbeyên siyasî yên darazê bûn em. Em vê feraseta darbekar baş dizanin û nas dikin. Em dizanin ku ev hişmendî encax bi têkoşîna kesên alîgirên aştî, mafên mirovan û demokrasiyê û bi muxalefeta civakî re dikare bê têkbirin. Jehrbira darbeyê zêdetir demokrasî, edalet û azadî ye. Divê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a li ser Can Atalay demildest bê pêkanîn. Divê hemû hevrêyên me yên girtiyên siyasî demildest bên berdan.

Bang li meclisê kir: helwestê bigire

Werin em bi hev re darbeyên siyasî yên darazê, bêhiqûqî û rizîna saziyî bi dawî bikin. Werin em bi hev re pergala hiqûqê, destûra bingehîn, qanûnan ji nû ve binirxînin û li vî welatî edalet, demokrasî û aştiyê jinûve ava bikin. Em banga xwe ya demokratîkkirina komarê û xelasbûna ji feraseta darbekaran a heta hetayê dubare dikin. Em bang li Meclisê û Serokatiya Meclisê dikin ku li dijî vê helwesta darbeyê helwestê nîşan bidin.”