4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Iraqê pêvajoya propagandaya hilbijartinan dest pê kir

pêvajoya propogandaya hilbijartinên encûmenan a Iraqê dest pê kiriye û li gorî serokê Tîma Ragihanê ya Komîsyona Hilbijartinên Iraqê dê 900 komisyon çavdêriya vê pêvajoyê bikin

Serokê Tîma Ragihanê ya Komîsyona Hilbijartinên Iraqê Îmad Cemîl ragihand ji destpêka vê mehê ve propagandaya hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê dest pê kiriye. Her wiha diyarkir ku 900 komîsyon çavdêriyê li ser pêvajoya propagandayê dikin.

Îmad Cemîl der barê amadekarî û destpêkirina propagandaya ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê daxuyaniyek da.
Îmad Cemîl aşkere kir ji serê meha mijdarê ve propaganda hilbijartinê dest pê kiriye. Ji bo vê çendê jî 900 komîsyon ji bo çavdêriyê li pêvajoya propagandayê bikin hatine erkdarkirin.
Wê 18’ê Kanûna 2023’yan hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê pêkwere. Parêzgehên Herêma Kurdistanê tevlî hilbijartinê nabin. Lê wê li Kerkûkê hilbijartin pêkwere.