18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Balyoza nû ya Amerîka li Misrê jineke kurd e

Hêro Mustefa Bacelan wekî balyoza nû ya DYA’yê ya ji bo Misrê hate erkdarkirin, ev jina kurd berê jî li hundir û derveyî Amerîkayê li cihên cuda hatibû erkdarkirin

Jina Kurd a bi navê Hêro Mustefa Bacelan wek balyoza nû ya Amerîka ji bo Misrê hat erkdarkirin. Hêro Mustefa îro sonda yasayî xwar û dest bi kar kir.  Hêro Mustefa beriya niha jî di hin postên cûda yên Amerîkayê de li navxwe û dervey Amerîkayê de cih girtiye.

Balyozxaneya Amerîka ya li Misrê îro di daxuyaniyek de ragihand balyoza wan a nû ya li Misrê Hêro Mustefa Bacelan sonda yasayî xwar û dest bi karê xwe kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku wê Hêro Mustefa peywendiyên stratejîk, du alî û hevbeş ji bo pêkanîna aramî û ewlehiya li herêmê bihêztir bike.

Hêro Mustefa Bacelan di sala 1973’yan de li Hewlêrê hatiye dinê. Di temenê 3 salî de li gel malbata xwe koçberî Amerîkayê bûne. Xwendina xwe li Zanîngeha Corc Tawn ya li Waşintonê qedandiye û master li ser zanistên siyasî kiriye.

Di navbera salên 2019-2023’yan de Hêro Mustefa balyoza Amerîka ya li Bulgarîstanê bû. Her wiha cîgirê serokê nûnertiya Amerîka ya li balyozxaneya Emerîka ya li Portekîzê bû. Şêwirmenda siyasî ya balyozxaneya Amerîka ya li New Delhi ya paytexta Hindistanê kiriye.