19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna doza rojnameger Alagaş hate taloqkirin

Der barê Midûra nûçeyan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş de bi idîaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin, îro danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat û doz taloqî 22’yê sibatê hate kirin

Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Midûra nûçeyan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş de doz hatibû vekirin. 2’yemîn danişîna dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Tevî Alagaş a ku negirtî tê darizandin, parêzerên Alagaşê, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rêveberên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), ji Amsterdamê hiqûqnasên endamên Weqfa Clooney a Ji Bo Edaletê (Clonney Foundation For Justice) Georgia Canura û Carolina Saad tev li danişînê bûn.

Danışîn taloqî 22’ê sibatê hate kirin

Piştî tespîta nasnameyan, Alagaş parastina xwe kir û diyar kir ku tiştekî li ser parastina xwe ya beriya niha zêde bike tune ye. Parêzer Resûl Temûr ê piştî Alagaşê axivî, diyar kir ku muwekîla wî ji ber ku rojnameger e û têkildarî xebatên xwe yên rojnamegeriyê divê tev li civîneke derveyî welêt bibe û xwest qedexeya wê ya derketina derveyî welêt were rakirin. Her wiha Temûr xwest ku amûrên dîjîtal ên di lêgerîna malê û yên di avahiyê JINNEWS’ê de hatine desteserkirin jî werin dayîn.

Parêzera Alagaş a din Pîrozhan Karalî jî heman daxwaz anî ziman. Dadgeh dê biryara xwe ya der barê dayîna amûrên dijital û qedexeya derketina derve ya welat a Alagaş, di danişîna 22’yê sibatê de aşkere bike.