7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzeran Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo bi muwekîlên xwe yên li Îmraliyê tecrîdkirî ne Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Her wiha birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25’ê adara 2021’ê ve bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin.

Parêzer ji bo bikaribin bi Ocalan re hevdîitin bikin hefteyê 2 caran serlêdan dikin, lê belê nikarin bersivê werbigirin.

Di nava 12 salên dawî de parêzeran tenê 5 caran bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirine.

Hevdîtina dawî ya parêzeran di 7’ê tebaxa 2019’an de pêk hatibû.