4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MYK’a HEDEP’ê ji bo biryara Dadgeha Bilind civiya

Ji ber biryara Dadgeha Bilind a li dijî endamên Dadgeha Destûra Bingehîin MYK’a HEDEP’ê li Navenda Giştî ya HEDEP’ê li hev civiya.

Sêyemîn Daîreya Dadgeha Bilind ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a ji bo berdana Parlamenterê girtî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay bi cih neanî, duh giliya endamên AYM’ê yên biryara der barê Atalay de dabûn kir.

Lijneya Birêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ji ber vê nasnekirina biryara AYM’ê ya Dadgeha Bilind di bin serokatiya Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan de li Navenda Giştî ya HDP’ê civiya.

Serokwekîlên komê yên partiyê, berdevka partiyê, hevberdevkên komîsyona hiqûqê û gelek endamên MYK’ê jî tev li civînê bûn. Biryara di civîna berdewam dike de bê wergirtin dê ji aliyê Hevserokê Giştî Bakirhan ve ji raya giştî re bê ragihandin.