spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna 18 rojnamegeran taloqî sibatê kirin

Duyemîn danişîna Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya me Mehmet Alî Ertaş jî di nav de 18 rojnamegerên ku piştî 13 mehan hatibûn berdan, li Edliyeya Amedê hat dîtin û taloqî 1’ê sibatê hat kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan di 8’ê hezîranê de Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya me Mehmet Alî Ertaş, edîtorê me Rohat Bûlût û Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan jî di nav de bi ser gelek malên rojnamegeran de girtibûn û 18 rojnamegeran binçav kiribûn. Piştî binçavkirina 8 rojan 16 rojnameger bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin û piştî 13 mehan di 12’ê tîrmehê de di danişîna xwe ya yekemîn de hatibûn berdan.

Duyemîn danişîna doza rojnamegerann li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Rojnamegerên negirtî tên darizandin û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), hiqûqnasên endamên Clonney Foundatıon for Justıce (Weqfa Clooney a ji bo Geórgia Canura û Carolina Saad jî di danişînê de amade ne.

Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî îdianameya doza doza ku Serdozgeriya Komarê ya Hezexê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” vekirî û bi dosyaya heyî re hatiye yekkirin hate xwendin. Çelîk, li dijî îdianameya dosyaya hatiye yekkirin parastina xwe kir û wiha got: “Dixwazin vî dengî qut bikin. Girtiya me jî encama vê ye. Hêj bi ser tehliyekirina min re hefteyek derbas nebûbû ku îdianame hate amadekirin. Me got ku em rojnameger in. Gelo em di vê îdianameya duyemîn de bi çi tên tawanbarkirin? Ji 4 nûçeyên di îdianameya duyemîn de cih digirin 3 jê nûçeyên derheqê rojnamegeran de ne. Di van nûçeyan de navên hemû rojnamegeran hene. Lê ji ber van nûçeyan tenê derheqê min de doz hatiye vekirin. Ji ber van nûçeyan bi ‘endamtiya rêxistinê’ têm tawanbarkirin. Ev yek tiştekî sosret e. 15 sal in rojnamegeriyê dikim. Di sala 2017’an de li ser îxbara kesekî çûye emniyetê, derheqê 272 kesan ji ber parvekirinên li ser medyaya dijîtal lêpirsîn hate destpêkirin. Ev jî di dozê de derbas dibe. Bi çend salan beriya niha têkildarî Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Mûsa Çîtîl de dozek hate vekirin û me tevan ji vê dozê beraet kir. Biryara beraetê hatiye dayîn lê gelo ev fezleke çima di dosyayê de cih digire? Em dixwazin ev li ber çavan bê girtin. Nabe ku tiştên ez di vê îdianameyê de dibînim dadgeh nebîne. Ez neçar dimînim ku derheqê van tawanbariyan de parastina xwe bikim. Êdî biryar a dadgehê ye.”

 ‘Bila alavên dijîtal bên vegerandin’

Parêzerê Çelîk, Resûl Temûr jî got ku tev li parastina miwekîlê xwe dibe. Piştre jî Temûr rapora Norveç PEN’ê ya têkildarî rojnamegeran pêşkeşî dadgehê kir. Temûr, xwest ku ev rapor di çarçoveya parastinê de weke referans were girtin. Temûr, da zanîn ku tevahiya kesên di raporê de rojnameer in, ev kes ji bo nûçeyan neçarin derkevin derveyî welat û xwest ku biryara qedexeya derketina derveyî welat were betalkirin. Temûr, got ku karên îmajê yên li ser alavên dijîtal bi dawî bûne û xwest ku alavên dijîtal li xwediyên wan bên vegerandin.

Daxwaza rakirina qedexeya derketina derveyî welat hat redkirin

Parêzer Temûr, destnîşan kir ku lêgerîn û girtekên lêgerînê yên di lêgerînên 8’ê hezîran û 8’ê tîrmehê yên li Arî Produksiyonê di dosyayê de nînin, xwest ev bên xwestin û got ku hewce nake xwe li benda guhdarîkirina şahidên derve bigirin.

Parêzerê Omer Çelîk, Fatîh Aydin jî di çarçoveya dosyaya yekkirî de parastin kir û got ku miwekîlê wî ji ber nûçeyan tê darizandin. Aydin, biryara AYM’ê ya derheqê rojnameger Cemîl Ugur de bi bîr xist û daxwaza beraetê kir.

Parêzerên rojnamegeran xwestin ku biryara qedexeya derketina derve were betalkirin.

Taloq bû

Piştî daxwazên parêzeran, dadgehê biryara xwe da. Dadgehê biryar da ku ji bo girteka lêgerînê ya li Arî Produksiyonê ji Serdozgeriya Komarê ya Amedê were xwestin muzekkere were nivîsandin, heke lêkolîna li ser alavên dijîtal bi dawî bibe bên îadekirin. Her wiha dadgehê daxwaza rakirina qedexeya derketina derveyî welat red kir û danişîna dozê taloqî 1’ê sibatê kir.

JI BER XEBATÊN XWE YÊN PÎŞEYÎ TÊN TAWANBARKIRIN

Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (Ma) Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnameger Zeynel Abîdîn Bulut, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Suat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Kadîr Bayram, Esmer Tunç û Mehmet Yalçin di îdianameyê de ji ber xebatên xwe yên pîşeyî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên tawanbarkirin.