Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Lloyd Austin ragihand ku, DYA’yê roja Çarşemê li Sûriyeyê li dijî “tesîsa depoya çekan” a girêdayî Îranê, weke bersivekê li hember êrîşên li dijî karmendê DYA’yê, êrişek pêk anîne.
Karbidestê Pentagonê di daxuyaniyekê de got: “Hêzên leşkerî yên DYA’yê li rojhilatê Sûriyeyê li hemberî herêmeke ji aliyê Hêzên Mûxafizên Şoreşê yên Îslamî û komên pê ve girêdayî tê bikaranîn, êrîşeke xweparastinê kirine.”
Austin got, “Ev êrîş ji aliyê du balafirên F-15 ên Emerîkî ve li dijî tesîsa depoya çekan hatiye kirin.”
Şefê Pentagonê diyar kir ku ev êrîş “bersiva êrîşên li dijî personelên amerîkî yên li Iraq û Sûriyeyê ye.”
Artêşa Amerîkayê hêzên Îranê ji êrîşên li ser baregehên DYA’yê berpirsyar dibîne.
Bi şerê di navbera Îsraîl û Hamasê de ku di 7’ê Cotmehê de dest pê kiribû, êrîşên li ser baregehên DYA’yê yên li Iraq û Sûriyeyê zêde bûne.