12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Elkê amadekariya nelirêtiya hilbijartinan

AKP hewl dide di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de li navçeya Elkê bi ser bikeve û di vê çarçoveyê de 200 jê cerdevan navnîşanên 650 kesan ji gundan veguhest navenda navçeyê.

Hilbijartinên rêveberiyên herêmî nêz dibin. Bi nêzbûna hilbijartinan re di serî de li Amed, Agirî û Şirnexê, li gelek bajarên bakurê Kurdistanê hewldanên veguhestina hilbijêran zêde bûn. Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên sala 2019’an de navnîşanên bi hezaran polîs û leşkeran li navçeya Elkê ya Şirnexê hatibûn veguhestin û AKP’ê bi 772 dengên zêdetir şaredarî bi dest xistibû.

Encamên hilbijartina 14’ê gulanê

Di hilbijartinên giştî yên 14’ê gulanê de li navenda navçeyê û gundan 49 sindoq hatin danîn û ji 11 hezar û 351 hilbijêran 8 hezar û 602 çûn ser sindoqan. Di hilbijartinê de 8 hezar û 408 deng hatin qebûlkirin. Partiya Çepên Kesk ku navê xwe weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) guherand, ji dengan 4 hezar û 373 (ji sedî 50,03), AKP’ê 2 hezar û 338 (ji sedî 26,75) deng stand. Ji 4 hezar û 533 hilbijêrên navenda navçeyê 3 hezar û 385 jê çûn ser sindoqê. Li navenda navçeyê 15 sindoq hatibûn danîn. Ji dengan hezar û 877 deng ji bo Partiya Çepên Kesk û 668 jî ji bo AKP’ê çûn.

Navnîşana 67 cerdevanan li heman avahiyê hatin qeydkirin

Hilbijartinên rêveberiyên herêmî dê di 31’ê adara 2024’an de bên lidarxistin. Li gorî nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Omer Akin bi nêzbûna hilbijartinê re AKP kete nava hewldanan. Hat diyarkirin ku ji bo ferqa di navberê de were girtin, AKP’ê 200 jê cerdevan bi giştî navnîşanên 650 hilbijêran veguhest navenda navçeyê. Ji van cerdevanan navnîşanên 67’an li Apartmana Ronî ya 7 qat ku endama Meclisa HEDEP’ê ya Navçeyê Sabûha Akdag jî li wir rûdine hatin qeydkirin. Li apartmana behsa xeberê 40 daîre hene.

Serokê AKP’ê yê navçeyê dest bi veguhestina dengan kir

Li navçeyê bi hezaran leşker, polîs û cerdevan hene. AKP jî dixwaze li vir bi ser keve û hat destnîşankirin ku xebatên veguhestina navnîşanan dimeşîne. Li gorî îdiayên tên kirin; kurê sercerdevan Tahîr Adiyaman ê nêzî AKP’ê ku di heman demê de Serokê AKP’ê yê Elkê ye Hulusî Adiyaman dê bibe namzetê şaredariyê. Hat destnîşankirin ku Adiyaman ji bo ku di hilbijartinê de bi ser keve, ji Çeman, Gelejêr û gundên din 650 hilbijêr veguhestiye navenda navçeyê û ji van hilbijêran herî kêm 200 jê cerdevan in. Hat îdiakirin ku navnîşanên cerdevanan bi hinceta “ewlehiyê” hatine veguhestin. Balkêş e ku cerdevanên navnîşanên wan hatine veguhestin ji gundê Adiyaman Çemanê û gundên nêzî wê Gelejêr, Melêsê û Bîşiyê ne. Navnîşanên 133 cerdevanan li Fermandariya Cendirmeyan a Elkê û 67 jî li Apartmana Ronî ya li Taxa Alî Çavuşê hatine veguhestin.