28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Danişîna doza rojnamegerên Amedê dest pê kir

Duyemîn danişîna Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya me Mehmet Alî Ertaş jî di nav de 18 rojnamegerên ku piştî 13 mehan hatibûn berdan, li Edliyeya Amedê dest pê kir.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de polîsan di 8’ê hezîranê de Midurê Karên Nivîsan ê Rojnameya me Mehmet Alî Ertaş, edîtorê me Rohat Bûlût û Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan jî di nav de bi ser gelek malên rojnamegeran de girtibûn û 18 rojnamegeran binçav kiribûn. Piştî binçavkirina 8 rojan 16 rojnameger bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin û piştî 13 mehan di 12’ê tîrmehê de di danişîna xwe ya yekemîn de hatibûn berdan.

Duyemîn danişîna doza rojnamegerann li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dest pê kir. Rojnamegerên negirtî tên darizandin û parêzerên wan di danişînê de amade bûn. Rêveberên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), hiqûqnasên endamên Clonney Foundatıon for Justıce (Weqfa Clooney a ji bo Geórgia Canura û Carolina Saad jî di danişînê de amade ne.