3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KCK: Bi hestên yekîtiyê 1’ê Gulanê pêşwazî bikin 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê bang li her kesî kir ku bi rihê yekitiyê vê rojê pêşwazî bikin û di hilbijartinan de piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk

KCK: “Di demeke ku Tirkiye di pêvajoyeke girîng a hilbijartinê re derbas dibe, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê weke tifaqa Ked û Azadiyê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bûne yek. Di vî warî de divê her kesê alîgirê demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê ye, ji bo ku Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk di hilbijartinan de xwedî hêzeke xurt bin, têbikoşin û bi hestên yekîtiyê 1’ê Gulanê pêşwazî bikin û tifaqa AKP-MHP’ê hilweşînin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 1’ê Gulanê bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk.

Peyama KCK’ê ya ji bo 1’ê Gulanê Cejna Karkeran wisa ye

“Em 1’ê Gulanê roja ked, hevgirtin û têkoşînê di serî de li çîna karkeran ya hemû gel, jin û bindestan pîroz dikin. Ji ber ku 1’ê Gulanê bûye rojeke dîrokî û tê pîrozkirin, bi berdêlên mezin û di encama têkoşînê de pêk hatiye. Di vî warî de 1’ê Gulanê hem cejna karker, kedkar û bindestan e, hem jî tê wateya berxwedan û têkoşînê. Em careke din di şexsê şehîdên 1’ê Gulanê de hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê bi bîr tînin û soza berxwedan, têkoşîn û serkeftinê ya ku me dabû şehîdan dubare dikin.

Têkoşîna çîna karkeran a li dijî pergala kapîtalîst a mêtingeriyê di dîroka mirovahiyê de xwedî cihekî girîng e. Têkoşîna çîna karker û kedkaran a ji bo wekhevî, azadî û demokrasiyê, weke berdewamiya têkoşîna dîrokî ya mirovahiyê pêş ketiye û mîrateyeke mezin ji mirovahiyê re hiştiye. Têkoşîna çîna karkeran a ku bi îdeala jiyana sosyalîst pêş ket, ji bo civakê di warê newekhevî û mêtingeriyê hişyar bike û karakterekî têkoşer bi dest bixe, tevkarî li hemû mirovahiyê kir. Di vî warî de têkoşîna çîna karkeran cihê xwe di têkoşînên wekhevî û azadiyê de girtiye ku di dîrokê de xwedî karaktereke gerdûnî ye û di vê astê de pêşketinan diafirîne.

Îdealên di 1’ê Gulanê de, ku lêgerîna wekhevî û azadiya çîna karker, kedkar, jin û gelên bindest îfade dike, îro wateya xwe winda nekiriye. Îro mêtingeriya ku ji modernîteya kapîtalîst derdikeve pir zêde bûye, newekhevî kûr bûye, talan û wêrankirina xwezayê; pêşxistina pergala xizanî, şer û qetlîamê, îdeala cîhanek wekhev, azad û bêmêtingerî di 1’ê Gulanê de anî ziman û têkoşîna ji bo van îdealan hîn girîngtir kir. Di vî warî de pîrozkirina 1’ê Gulanê ya bi xurtî û mezinkirina têkoşînê ji bo jiyînê, ji her demê zêdetir pêdivî pê heye.

Şoreşa Kurdistanê û têkoşîna gelê Kurd ji destpêkê heta roja me ya îro pêkanîna daxwazên çîna karker, kedkar, jin û gelên bindest ên wekhevî û azadiyê ye. Rêber Apo ji bo pêşxistina têkoşîna sosyalîzmê di nava lêgerîneke mezin de bû û ev yek bi avakirina tevgera PKK’ê û destpêkirina têkoşîna li dijî mêtingeriyê nîşan da.

Taybetmendiya herî girîng a 1’ê Gulanê pêşxistina yekîtî û hevgirtinê ye û bindest encax bi yekîtî û hevgirtinê wê di têkoşîna li dijî mêtingeriyê de bi ser bikevin. Ji ber ku ji bo serkeftina têkoşîna wekhevî û azadiyê gelekî girîng e ku yên li dijî fermana mêtingeriyê têdikoşin yekîtî û hevgirtina xwe xurt bikin. Ji ber vê sedemê pêşengên çîna karkeran ku dîrok nivîsandine, bal kişandin ser girîngiya yekîtî û hevgirtinê û ji bo pêşxistina yekîtiyê hewl dan. Îro li hemberî kûrbûna mêtingeriya modernîteya kapîtalîst ji berê zêdetir pêwîstî bi yekîtiyê heye. Rêvebirên tevgera sosyalîst a Tirk bi helwestên xwe ev yek nîşan didin. Rêber Apo her wiha helwesta hevpar a Denîz, Mahîr û Îbrahîm berdewam kir û ji bo hevgirtin û hevpariya têkoşînê ya gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê kedeke mezin da. Tevgera me bi hişmendiya têkoşîna hevpar girîngiyê dide yekîtiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî hevgirtina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna gelên Tirkiyeyê û çîna karkeran.

Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku ji aliyê gelê Kurd û hêzên şoreşger û demokratîk ên Tirkiyeyê ve hatiye avakirin, ji bo yekîtî û hevgirtinê gaveke gelekî girîng e. Di demeke ku Tirkiye di pêvajoyeke girîng a hilbijartinê re derbas dibe, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê weke tifaqa Ked û Azadiyê li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bûne yek. Di vî warî de divê her kesê alîgirê demokrasî, azadî, wekhevî û edaletê ye, ji bo ku Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk di hilbijartinan de xwedî hêzeke xurt bin, têbikoşin. Parastina mîrateya Denîz, Îbrahîm, Mahîr û têkoşîna sosyalîzmê, bi taybetî jî bîranîna kesên di 1’ê Gulana 1977’an de şehîd bûne, vê yekê ferz dike. Tevgerîna bi van hest û ramanan di heman demê de pêkanîna daxwazên Rêber Apo ye.

Bi hestên yekîtî û hevgirtinê em 1’ê Gulanê li hemû kedkar, gelên bindest û jinan bi taybet çîna kedkaran pîroz dikin û bang li hemû kesan dikin ku bi boş 1’ê Gulanê pêşwazî bikin û di hilbijartinan de piştgiriyê bidin Tifaqa Ked û Azadiyê û Partiya Çepên Kesk û da ku tifaqa AKP û MHP’ê were hilweşandin.”