5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dinya li dinyayê; çavê gur li mîhê

Îca rewşa Erdogan û wan dûvikên li pey wî, wek ya Iniz e. Gotin dayê çend kurê te hene. Got: heft kur in qencê wan Inize ew jî virek û diz e. 

Beriya hemû hilbijartinên ku li vî welatî çêdibin gelek tiştên sosret û ecêb derdikevin holê.  Dîsa rojev hilbijartin e û dîsa partiyên desthilatê devê tûrikê xwe yê bêbextî û telaqreşiyan vekirine. Li gorî rewşa giştî piştî ku 6 partiyan xwe dan ser hev û li dijî partiyên desthilatê AKP û MHP’ê şûrê xwe tûj kirin diviyabû hemû rikbirî, pevçûn û şerê dijwar di navbera wan her du blokan de bûya.

Di rewşeke asayî de diviyabû ku şer û pevçûnên herî dijwar di navbera bloka Milet û ya Cumhur de bûya. Lê em dibînin ku desthilata AKP- MHP û hin dûvikên wan diçin û tên êrîşî HDP û Partiya Çepên Kesk dikin.  Lewre wekî pêşiyên kurdan gotine: ‘Birîndar bi birîna xwe dizane’. Ji ber ew baş dizanin ku hêza dê pişta wan di van hilbijartinan de bişkîne hêza bloka Tifaqa Ked û Azadiyê ya bi serkêşiya partiya Çepên Kesk e.

Çi dikin ji bavê xwe de bê minet in namzetên me kesên wiha ne ku ‘Bext nadin bi text’ û hespa azadiya gelan dibezînin, ma ne berê kurdan gotiye;  Ba ji tehtê çi dibe?  Û her wiha ‘Bila hespê çê be bila bê nal be’. Hêviyeke mezin a guhertinê heye û dê serkeftina di van hilbijartinan de deriyê azadî û demokrasiyê veke.

Lê divê ev yek jî neyê jibîrkirin:  ‘Kesekî bi xweziya ranehiştiye cotê keziya’ lewre divê kar û xebat bên kirin, ji hilbijartinan re  demeke kurt maye û divê her yek ne tenê xwedî li dengê xwe derkeve lê hewl bide dengekî nû lê zêde bike.

Du xisletên sereke ên her du partiyên vê desthilatê hene ku gelekî kêm di nava mirovan de peyda dibin. Yek jê dizî ye, pir dizanin bi hostatî bikin û ya din jî derew e.

Dema ku mirovek derewan dike, serê xwe berdide ber xwe, çavên xwe ji çavê yên hemberî xwe diguherîne, rûyê wî zer dibe, yan jî sor dibe. Lê ev malmîratên desthilatê dikarin di saniyekê de 5 derewan bikin. Di saniyekê de reş spî bikin û spî reş bikin. Van vir û derewan wiha rihet dikin bêyî ku tu guhertinek di rûyê wan de çêbibe, tu dibêjî qey rûyê xwe bi mîza xwe şûştine.

Erdogan di hemû mitîngên xwe de dîsa herî zêde kîna xwe ya li hemberî kurdan, li hemberî tevgera azadiyê û siyasetmedarên kurd nîşan dide.  Ji xwe Selahettîn Demirtaş ji bo Erdogan kula di ser kulan re ye.  Wiha xuya ye ku wî di xewnên xwe de jî dibîne.  Loma jî em dibînin tevî ku Demirtaş ne namzete û tevî ku di zindanê de ye dîsa jî her ku bêbextî û derewekê dike, Demirtaş tê bîra wî. Ji ber ku di hilbijartinên berê de Demirtaş bûbû bela serê wî û her ku derewek dikir di cih de Demirtaş ew derewa wî derdixist holê.  Lewre jî tevî ku di pratîkê de niha reqîbê Erdogan Kemal Kiliçdaroglu ye lê di bin hişê Erdogan de reqîbê herî mezin dîsa tevgera siyasî ya gelê kurd e. Loma jî di hemû mitîngên xwe de navê Demirtaş tîne ziman.

Wekî hemû hilbijartinan di van hilbijartinan de jî hin aliyên faşîst û nijadperest dîsa berhevkirina dengan bi riya dijminahiya bi kurdan re dikin. Ne tenê her du partiyên desthilatê lê  Muherem Înce, Umît Ozdag  û Sînan Ogan her çendî xwe wekî muxalifên Erdogan nîşan didin lê ew bi xwe jî bi Erdogan re ketine pêşbirka dijminahiya li dijî gelê kurd.  Ew dibin dûvikê vê deshilatê û dikevin xizmeta wê. Îca rewşa Erdogan û wan dûvikên li pey wî, wek ya Iniz e. Gotin dayê çend kurê te hene. Got: heft kur in qencê wan Inize ew jî virek û diz e.  Ji ber ku vê deshilatê di nava 20 salan de zirareke mezin daye her kesî, êdî bes e dem dema azadiyê ye!