17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KCK’ê ragihand ku tu eleqeya tevgera wan bi teqîna li Îstiklalê re tuneye

KCK’ê der barê teqîna li Îstikalê de daxuyaniyek da û ragihand ku tu eleqeya tevgera wan bi teqînê re tuneye û balê kişand ser planên tarî yên ku tifaqa AKP-MHP’ê dixwazin ji bo pêşîgirtina xwe bikin dewrê.

Di 13’ê mijdarê de li navçeya Beyoglû ya Stenbolê li kolana Îstikalê teqîneke bombeyî pêk hat. Di teqînê de 6 welatî jiyana xwe ji dest dan û di seriya 80’yî de welatî jî birîndar bûn. Wezîrê Karê Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylû ku dema teqîn pêk hat li deverên dagirkirî yên Sûriyeyê bû, heta derengiya şevê der barê teqînê de tu daxuyanî neda. Duh nîvê şevê der barê teqînê de daxuyanî da û ji bo avakirina bingeha êrîşa li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê angaşt kir ku fermana teqînê li Kobanê hatiye dayîn û êrişkar ji Efrînê derbasî Tirkiyeyê bûye.

Piştî van daxuyaniyên Soylû duh Fermandarê Giştî yê Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG), der barê teqînê de daxuyanî dan û angaştên Soylû yên der barê teqînê de derewandin û gotin ku tu eleqeya hêzên wan bi vê teqînê re tuneye. Îro KCK’ê jî der barê teqînê de daxuyanî da û mîna HSD û NPG’ê ragihand ku tu eleqeya tevgera wan bi teqîna Îstiklalê re tuneye.

Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) daye daxuyaniya KCK’ê ya derbarê mijarê de wiha ye:

“Daxuyaniya KCK’ê ya têkildarî mijarê wiha ye: “Di teqîna 13’ê mijdara 2022’an a li ser Rêya Îstîklalê ya Taksîm a Stenbolê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn. Em gelekî xemgîn in ku di vê êrişê de mirovan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne. Em Tevgera Azadiyê ya Kurd em xemgîniya we diyar dikin û li ser navê tevgera xwe û gelê xwe sersaxiyê dixwazin. Em ji gelê Tirkiyeyê û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin. Em vê êrişa ku bi awayekî tarî hatiye organîzekirin û bi awayekî eşkere siberoja demokratîk a gelên Tirkiyeyê dike hedef, bi tundî şermezar û nalet dikin. Her çendî Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi eşkereyî ragihand ku ti têkiliya wan bi vê êrişê re nîne û got ne mumkun e em li dijî sivîlan çalakiyan bikin jî, dewleta faşîst a AKP-MHP’ê û derdorên wê bi israr hewl didin vê êrişê têxin stûyê tevgera me. Em careke din diyar dikin ku ti eleqeya Tevgera Azadiya Kurd bi vê êrişê re nîne. Dewleta faşîst a AKP û MHP’ê bi israr dixwaze vê êrişê têxe stûyê tevgera me û dixwaze ji bo pêkanîna planên xwe yên tarî û veşartina rastiyê, ji xwe re zemînekê ava bikin. Di serî de raya giştî ya demokratîk, em bang li çapemenî û medyayê em bang li her kesî dikin ku ji bo eşkerekirina vê êrişê bikevin nava hewldanan. Daxuyanî û buxtanên dewleta faşîst a AKP-MHP’ê ku tevgera me sûcdar dike, ne rast in û hewl didin rastiya bûyerê veşêrin.  Bi dîtin û nirxandineke pir hêsan re mirov dikare bibîne ku AKP û MHP’ê ev tişt kirine. Di vî warî de em bang li rewşenbîr û demokratên Tirkiyeyê, çapemenî û medyaya demokratîk, hêzên siyasî yên ku dixwazin Tirkiye demokratîk bibe dikin ku bila qîmetê nedin daxuyaniyên dewleta AKP û MHP’ê ya faşîst ku dixwaze rastiyan veşêre. Ji bo ku rastiya vê bûyerê derkeve holê jî em hewldanan jî girîng dibînin.

Rêbazên tifaqa AKP-MHP’ê

Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê li ser esasê dijminatiya kurdan polîtîkaya xwe dimeşîne. Sond xwariye ku Tevgera Azadiyê ya Kurd tune bike ya ku ji bo azadiya gelê Kurdistanê yê bindest, li ser wê mêtingerî tê kirin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê dixwaze qirkirina kurdan pêk bîne. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê hemû dewlemendiya Tirkiyeyê û hemû nirxên civakê ji bo tunekirina kurdan xerc dike. Heta îro tu metod nemaye ku bi kar neaniye, her cure metodên li dijî mirovayetiyê kiriye, dagirkerî û qetlîam kiriye. Lê belê tifaqa AKP-MHP’ê ku di dijminatiya kurdan de tu sînoran nas nake, tevî van rêbazên şerê qirêj û gemar nekarî bigihêje armanca xwe û serî li çekên qirkirinê daye, sûcekî li dijî mirovayetiyê kiriye û civaka Tirkiyeyê xistiye bin tohmetê. Lê belê tevî hemû pêkanînên dijmirovahî û bikaranîna çekên kîmyewî jî, tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê nekarî armancên xwe yên tarî pêk bîne. Berevajî vê yekê, ji ber eşkerebûna ku wan çekên kîmyayî bi kar anîne, rûyê wan ê rast zêdetir derketiye holê û ev rewş bûye sedema tengijîn û têkçûna planên wan. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê çi rêbazê bi kar bîne jî li hemberî berxwedana gerîla û têkoşîna gelan, jinan û hêzên demokrasiyê bi taybet nikare li hemberî gelê kurd bi ser bikeve. Êdî ji aliyê her kesî ve tê zanîn ku tifaqa AKP-MHP’ê bi tunekirina Tevgera Azadiya Kurd û kurdan re, bi armanca tunekirina demokrasiyê re dixwaze li Tirkiyeyê pergaleke olî, nijadperest, otorîter û faşîst ava bike. Lê di encama berxwedan û têkoşîna ku hat dayîn de, AKP-MHP’ê jî dît û fêm kir ku nikare vê armancê pêk bîne. Niha jî dizane ku piştgiriya civakê ji destê wê derketiye û ger bi vî rengî bikeve hilbijartinan wê ji desthilatdariyê jî bikeve. Tifaqa AKP-MHP’ê nekariye planên xwe yên faşîst û qirker pêk bîne, di heman demê de ji ber sûcên xwe yên li dijî mirovahiyê teşhîr bûye, tengijiye û ketiye rewşeke bêçare.

Lê divê were dîtin ku tifaqa AKP-MHP’ê ji bo guhertina vê rewşê û ji krîza ku tê de derkeve, plan kiriye ku serî li metodên nû yên tarî bide û êrişa li Taksîma Stenbolê jî gava pêşîn a vî tiştî bû. Em careke din diyar dikin ku ev planeke nû û tarî ye û em bang li her kesî dikin ku di vê mijarê de hişyar bin û guh nedin daxuyaniyên dewleta AKP-MHP’ê û ji bo eşkerekirina rastiyan têbikoşin. Tifaqa AKP-MHP’ê, mîna ku di Komkujiya Gara 10’ê Cotmehê de pêk anî, bi vê êrişê re jî dixwaze derdor û pêvajoyeke bi heman rengî biafirîne. Divê were dîtin ku ev planeke tarî û nemerd e ku li dijî siberoja Tirkiyeyê û li dijî hewldana jiyana hevpar ya gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye. Hemû kesên alîgirên demokrasî û jiyana bi hev re ne, divê helwesteke rast nîşan bide û çawa ku berê jî planên tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê hate pûçkirin, divê vê plana tarî jî were pûçkirin.

Hewldana dagirkirina Rojava

Dewleta AKP-MHP’ê ya faşîst bi zanebûn hewl dide berpirsyariya vê êrişê bixe stuyê tevgera me û nîşan bide ku ji Rojava hatiye kirin. Her kes baş zane ku yek ji aliyên herî girîng ên qirkeriya tifaqa AKP-MHP a faşîst a li ser kurdan, dagirkirina Rojava ye. Eşkere û li pêş çavan e ku AKP-MHP bi vê amadekariyê dixwaze Rojava bike hedef û ji bo karibe Rojava dagir bike bingehekê ava bike. Dema pêkhatina vê êrişê jî manîdar e. Di demekê de ku eşkere bû AKP-MHP çekên kîmyewî bi kar tîne û cenazeyên leşkeran dişewitîne, civaka Tirkiyeyê di nava pirsgirêkên giran ên aboriyê de ye, şerê li dijî kurdan, sîstema olperest, çeteperest û mafyayê ketiye ber lêpirsînê û dengên ji bo daxwazên demokrasiyê bilind dibe, di demekê de ku piştgiriya civakê ya ji bo AKP-MHP’ê namîne ev êriş pêk hat. Pir eşkere ye ku ev yek ji bo berevajîkirina rojevê ye, ji bo jinûve birêxistinkirina pêvajoyeke tarî ye. Kengî dixwazin pêvajoyeke tarî bidin destpêkirin, hingî komkujî têne birêxistinkirin û kurd têne sûcdarkirin. Ev êrişa li Taksîmê jî bi vê armancê hatiye kirin. Di vê mijarê de divê mirov hişyar bin. Bi zanebûn hewl didin ku êrişkar weke yeka ji Rojava yan jî sûriyeyî nîşan bidin. Bi vî rengî dixwazin atmosferekê biafirînin. Êriş bi destê kê hatibe kirin, kesên ku tê gotin êriş kirine kurd bin an jî ne kurd bin, ti eleqeya xwe bi tevgera me re nîne, ti eleqeya xwe bi hêzên şoreşê yên Rojava re nîne. Ji xwe hêzên Rojava jî eşkere kirin ku ti pêwendiya wan bi vê êrişê re nîne. Divê her kes bi vê rastiyê zanibe, bi helwest, gotin û nêzîkatiyên xwe nebin amûrek ji vê plana bi armancên tarî ya AKP-MHP’ê re. Bi ti awayî têkiliya tevgera me bi çalakiyên li dijî sivîlan re nabe. Tevgera me ti carî çalakiyên bi vî rengî plan nake, pêk nîne. Em tevgereke welê ne ku li dijî êrişên qirker ên tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst li ber xwe didin, daxwaza çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dikin û ji bo vê jî têdikoşin. Her kesên li Tirkiyeyê bi vê rastiyê zanin. Tevî ku rastî ev e û ji aliyê her kesî ve tê zanîn, her nêzîkatiyeke ku ne bi vî rengî be wê bibe piştgirî ji tifaqa AKP-MHP’ê re, wê xizmetê ji planên tarî re bike.

Sûcên ku AKP-MHP’ê serî lê didin

Tifaqa AKP-MHP’ê ya faşîst di encama têkoşîn û berxwedana kurdan, gelan, jinan û hemû hêzên demokrasiyê hatiye ber hilweşînê. Êdî bi zehmetî planên xwe yên faşîst qirker dimeşîne û li ser piyan dimîne. Her wiha eşkere bû ku çekên kîmyewî bi kar tîne û vê rewşê ew hîn bêhtir teşhîr kiriye, tengav kiriye. Ev tifaqa faşîst sûcê li dijî mirovahiyê dike û bi planên tarî hewl dide paşeroja Tirkiyeyê tarî bike. Paşeroj, selametî û demokratîkbûna Tirkiyeyê jî bi hilweşîna vê tifaqa faşîst ve girêdayî ye. Tifaqa AKP-MHP’ê ji bo kiryarên xwe veşêre û nehêle kes pê bihese, cenazeyên leşkeran jî dişewitîne. Rastiya AKP-MHP’ê ev e. Her kesê ku dibêje ew ne faşîst e, li Tirkiyeyê difikre, ne dijminê kurdan e, bi kurtasî mirov e û ne AKP-MHP’î ye, divê vê rastiyê bibîne, hewl bide ku vê rastiyê bi raya giştî bide fêhmkirin û li ber plana AKP-MHP’ê rabe ku di bin navê qanûna dezenformasyonê de hewl dide çapemeniyê bêdeng bike, rastiyan veşêre. Mirovbûn, demokratbûn, exlaqîbûn vê yekê ferz dike.

Şermezarkirina êrîşê

Em careke din vê êrişa ku gelê me, gelê Tirkiyeyê gelekî pê êşand şermezar dikin û ji ber windahiyan û birîndaran xemgîniya we parve dikin. Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd em soza xwe ya ji bo avakirina utopya azadî û demokrasiyê dubare dikin ku me ev soz dan gelê xwe û gelên Tirkiyeyê. Em ê ji bo vê jî di nava têkoşînê de bin. Em careke din bi rengekî eşkere dibêjin, ti eleqeya tevgera me bi vê êrişê re tune ye. Nêzîkatiyên ku hewl dide berpirsyariya vê êrişê bixin stuyê tevgera me, nîşan didin ku AKP-MHP di nava planên nû yên tarî de ye. Em careke din bang li her kesî dikin ku berpirsyar, hişyar bin û hewl bidin rastiyê fêhm bikin.”