18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kom, sendîka û saziyan li Îranê banga grevên giştî kirin

Li ser banga Komên ciwanan, sendîka û saziyên sivîl ên Îranê di 15, 16 û 17’ê mijdarê de dê gelên Îranê komkujiya mijdara 2019’an şermezar bike û dest bi grevên giştî bike.

Di salvegera bîranîna kuştina xwepêşandêrên mijdara 2019’an  li seranserê Îranê û derveyî welat belavbok hatin belavkirin û bang li gel hate kirin ku tev li xwepêşandanên şermezarkirina qurbaniyên mijdara 2019’an  bibin.

Her wiha banga ji bo destpêkirina grevên giştî li gelên Îranê hate kirin.

Koma ‘Ciwanên Taxên Tehranê’ di daxuyaniyekê de daxwaz ji welatiyan kir ku fatûreyên av û ceyranê nedin û di rojên 15, 16 û 17’ê mijdarê de neçin bankayan û dan û standinê nekin û di van sê rojan de li hev kom bibin. Herwisa vê komê daxwaz ji hemwelatiyan kir ku kompaniyên ku di televizyonan de reklamê dikin boykot bikin.

Komîteya ‘Insiyatîfa Zagrosê’ di daxuyaniyekê de nivîsiye: Em ciwanên Kurdistanê li gel bajarên din ên welat rojên 15, 16 û 17’ê mijdarê kolanên bajarên xwe ji bo rejîma Îranê dikin dojeh.

Koma ‘Taxên Ciwan ên Tebrîzê’ jî bi daxuyaniyekê banga kombûna gel kir û ragihand ku ji 15’ê mijdarê ve dibistan, zanîngeh û karsazî nayên vekirin.

Koma ‘Ciwanên Taxên Karazê’ jî dê bi komên din re di rojên 15, 16 û 17’ê mijdarê de kom bibin.

Di vê navberê de, Welîehdê berê yê Îranê, Riza Pehlewî, li ser Twitterê nivîsîbû ku di salvegera xwepêşandanên mijdara 2019’an de, ew hevxemiya xwe bi malbatên qurbaniyan re radigihîne û bi piştgiriya bangewaziyên xwepêşandan û grevên hundirê Îranê dike. Her wiha anî ziman ku ew bang li gel dike ku careke din yekîtiya xwe ya bêhempa nîşan bidin.

Di rojên derbasbûyî de gelek bangên din ji aliyê kom, sazî, sendîka û komeleyan û her wiha ji berxwedêrên dijî rejîmê yên sala 2019’an ji bo xwepêşandan, mîtîng û grevên 15, 16 û 17’ê mijdarê hatin belavkirin. Di heman demê de xwepêşandêran dawetname li kolanên bajêr û cihên giştî belav kirin.

Hêjayî, gotinê ye ku di xwepêşandanên dijî rejîmê yên di meha mijdara 2019’an de li dehan bajarên Îranê, gelek kes hatin kuştin, birîndarkirin û girtin û Reuters wê demê ragihandibû ku hejmara kuştiyan gihiştiye 1500 kesan.