7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kê êrîşa li Mêrdînê kir?

Her çiqas êrîş weke êrîşeke şexsî bê nirxandin jî îhtîmal heye ku bi piştgirî û têkiliyên qirêj ên bi dewletê re hatibe kirin.

Di şeva 18’ê çileyê de li bajarê Mêrdînê yê bakurê Kurdistanê, li ser riya Nisêbîn û Qoserê li dijî wesayîteke welatiyên başurê Kurdistanê êrîşeke hovane ya çekdarî pêk hat. Di êrîşê de Ehmed Celaledîn Îbrahîm (44) û dayika xwe Wehîde Heyder (75) û hevjînên hev Hacî Ebdullah (65) û Çîmen Şahîn û keça wan Hindirên Ebdullah hatin kuştin.

Piştî bûyer 6 kes bi gumana êrîşê hatin binçavkirin. Derket holê ku êrîş bi wesayîteke ku hatiye kirêkirin pêk hatiye. Xwediyê wesayîta ku êrîş pê hatiye kirin û kesên ku têkiliyan wan bi êrîşê re heye hatin binçavkirin. Yek ji kesên ku hatiye binçavkirin daye zanîn ku ji bo xebatê çûye Duhokê û yek malbatên ku êrîş li wan hatiye kirin ji wir nas kiriye û ji wan re bi qasî mehekê xebitiye.

Gumana ji bûyerê

Derket holê ku êrîş bi qasî 300 metreyan dûrî Qereqola Yenîkoyê ya li ser sînorê rojavayê Kurdistanê pêk hatiye. Heta ji ber ku êrîş nêzî qereqolê pêk hatiye dîmenên wê ketine ber kamerayên termal ên qereqolê. Lê tevî vê yekê jî leşkeran mudaxileyê bûyerê nekirine. Ji ber vê yekê tê gumankirin ku destê qereqolê jî di vê bûyera hovane de hebin.

Dozgerê Komarê yê Mêrdînê Ekrem Yildiz ku lêpirsîna der barê bûyerê de dimeşîne, der barê mijarê de hin agahî bi rojnamegeran re par ve kir. Dozger, angaşt kir ku ji kesên hatine binçavkirin yek jê êrîş qebûl kiriye û gotiye ku ji ber deynên wî hebûne êrîşê pêk aniye û xwestiye bi pereyên qurbaniyan deynên xwe bide.

Çeteyên di siyasetê de

Ev bûyer her çiqas weke bûyereke şexsî bê nirxandin û dewlet bi vî awayî nêzî bûyerê bibe jî gelek aliyên wê yên ku divê li ser bên rawestandin hene. Lewre bûyer bûyereke şexsî be jî sedemên ku ji polîtîkayên hikumeta AKP-MHP’ê diqewimin hene. Di demên dawîn de kesên çetetiyê dikin têkiliyên wan bi desthilatê re xurt bûne û li ser vê têkiliyê daxilî bûyerên bi vî rengî dibin.

Heta li bakurê Kurdistanê ev polîtîka bi zanebûn tê pêşxistin û piştgiriya van kesan tê kirin. Ev kes li gelek bajarên bakurê Kurdistanê di bin navê siyasetê de di rêveberiyên AKP-MHP’ê yên navçe û bajaran de cih digirin. Ji ber ku têkilî û  îmtiyazên ku ji aliyê dewletê ve ji wan re tên nasîn pêwîst nake mirov qala rola cerdevanan a di bûyerên bi vî rengî de bike.

 Kesên êrîş pêk anîne

Bi taybetî jî li bajarê Mêrdînê ev têkilî gelek bi pêş ketine û bi destê cerdevan û çeteyên ku bi AKP-MHP’ê re dixebitin bûyerên bi vî rengî pek tên. Her çiqas têkiliyên kesên ku ji ber êrîşê hatine binçavkirin nehatine aşkerakirin jî rêbaza pêk hatiye bûyerê van derdoran îşaret dike. Ev derdor li ser têkiliyên ku ava kirine zilmê li gelê herêmê dikin û dixwazin bêyî ku ked bidin dewlemend bibin.

Bi saya têkiliyên ku danîne, ev derdor ne tên cezakirin ne jî sînor ji zilm û hovîtiya wan a li dijî gel re tê dayîn. Ji ber ku sînor ji zilma wan re nayê dayîn herî dawî berê hovîtiya xwe dan welatiyên başûrê Kurdistanê ku bi armancên turîstik hatibûn Bakur. Her çiqas êrîş weke êrîşeke şexsî bê nirxandin jî îhtîmal heye ku bi piştgirî û têkiliyên qirêj ên bi dewletê re hatibe kirin.