17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê cezayê darvekirinê li jineke ducanî birî

Li gorî daxuyaniya Meclisa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Îranê cezayê bidarvekirinê li jineke kurd a ducanî birîye.

Rejîma Îranê ji bo çewidsandina serhildana gelê Îranê û tevî hemû hişyariyên saziyên navdewletî, gefên xwe yên bidarvekirinê berdewam dike. Li gorî daxuyaniya Meclisa Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Îranê cezayê bidarvekirinê li jineke kurd a ducanî birîye.  Her wiha meclisê banga karekî lezgîn kiriye ji bo rizgakirina vê jina ducanî ji darvekirinê.

Di vê çarçovê de, Federasyona Navdewletî ya Rojnamegeran jî bi daxuyaniyekê girtina berfereh ya xwepêşandêran li Îranê rexne kir û daxwaza azadkirina 33 rojnamevanên Îranî kir ku heta niha di girtîgehê de ne.

Di raporê de bal hatiye kişandin ser cezayê 18 salan ê ku li rojnameger û helbestkar Ehsan Berbernaş hatiye birîn û daxwaz ji Îranê hatiye kirin ku rojnamevanên girtî serbest berde.

Kongreya Amerîkayê pesnê wêrekiya xwepêşandêran da

Meclisa nûneran a Amerîkayê biryarek da dengdanê ku tê de pesnê mêrxasî û biryardariya jin û mêrên Îranê dike, ku li zêdetir ji 133 bajaran xwepêşandanan dikin û ewlehiya wan di metirsiyê de ye.

Serokê Komîteya Karûbarên Derve yê Meclisa Nûneran Michael McCaul jî kêfxweşiya xwe anî ziman ku ev biryar bi piraniya dengan ji Civata Nûneran de derbas bû.

McCall bal kişand ser pêwîstiya berdewamkirina karên zêdetir ji bo piştgiriya mafê çarenûsê yê gelê Îranê û bal kişand ser pêwîstiya tundkirina cezayên Amerîkayê li dijî rejîmê û pêkanîna hemû qanûnên cezayên heyî.

Komara darvekirinan

Mehmûd Murad Xanî biraziyê rêberê Îranê Elî Xamineyî di civîneke rojnamevanî de got ku Îran di bin desthilata vê rejîmê de veguheriye komara darvekirinan. Her wiha got ku xwepêşandanên gel di encama zext û zordariya bi salan a rejîma Îranê ya li dijî muxalefetê, pêk hatin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê