17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dozger ji bo alîkariya xezîneya HDP’ê qut bibe, şahidê veşarî ku lê digeriya dît (!)

Dozgerê ku ketiye pey hewldana peydakirina delîlên ji bo qutkirina alîkariya xezîneyê ya HDP’ê, serî li îfadeyên şahidê veşarî ku di çarçoveya lêpirsîneke din de cih digire.

Li ser daxwaza Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn, Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di çarçoveya doza girtina HDP’ê de hesabê alîkariya xezîneyê yê partiyê bloke kiribû. Piştî biryara blokeye dadgeha bilind ji bo ku dozger delîlan peyda bike wext veqetandibû. Serdozger Bekîr Şahîn ji bo ku delîl pêşkêşî dosyeyê bike serî li rêbazek din da û hewl da alîkariya xezîneya HDP’ê were qutkirin. Serdozger serî li îfadeyên şahidê veşarî ku derbarê 16 rojnamevgerên kurd de 7 meh in li Amedê girtî dabû de weke delîl pêşkêşî dosyeyê kir.

Di nav delîlên ku dozger pêşkêşî dadgehê kir de li gel îfadeyên li ser rojnamegeran, her wiha îfadeyên şahidekî din ê veşartî ku der barê parlamenterên HDP’ê û endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê de îfade dabû de cih digirin.

Hat zanîn ku şahidê veşarî yê bi navê “CV23TY45UP78” di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku 16 rojnameger hatibûn girtin de jî îfade daye. 8 meh in der barê 16 rojnamegerên kurd de îdianame nehatiye amadekirin. Lê îfadeyên şahide veşarî weke delîl pêşkêşî doza girtina HDP’ê hatine kirin.

Heman şahidê veşarî, “CV23TY45UP78” der barê parlamenterên HDP’ê û endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê de jî îfade dane û ev îfade jî weke delîl pêşkêşî dosyeyê hatine kirin.