17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Delegasyona Navneteweyî bi malbatên girtiyên li Îmraliyê re hevdîtin kir

Endamên Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê, têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûlah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar, bi parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbatan girtiyan re civiyan.

Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê, ji 36 endamên ji 7 welatan pêk tê, hate Tirkiyeyê. Di çarçoveya plansaziya delegasyonê de 12 endamên wê hatin Amedê û tê payîn ku di navbera 25-27’ê çile de li Amedê hevdîtinan pêk bînin. Endamên Delegasyonê pêşî bi parêzer û malbatên Rêberê PKK’ê Abdûlah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar re hevdîtinek pêk anîn. Li ser navê malbata Ocalan birayê wî Mehmet Ocalan û biraziyê wî Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan, li ser navê malbata Veysî Aktaş dayika wî Faîke Aktaş û li ser navê Omer Hayrî Konar jî kekê wî Alî Konar tev li hevdîtinê bûn. Şandeya delegasyonê ji hêla parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ve hate pêşwazîkirin.

Bandora wê berfireh e

Hevdîtina bi malbatan re ji çapemeniyê re girtî hate kirin. Piştî hevdîtinê jî malbatan daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan da zanîn ku wan di hevdîtinê de bêhiqûqiya li Îmraliyê vegotine û ev tişt anî ziman: “Li Girava Îmraliyê bi hiqûqê nayê kirin û nirxên mirovahiyê tên binpêkirin. Em ê van binpêkirinên li dijî mafên mirovan, bi piştevaniyê ji holê rakin. Em dizanin ku Kurdistan û Tirkiye di bin tecrîdê de ye. Bangeke me ji bo raya giştî ya cîhanê heye; bêhiqûqî li ku were kirin, ev bêhiqûqî bandorî li tevahiya cîhanê dike.”

 Divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin

Bi domdarî Ocalan bal kişand ser serdana delegasyonê û wiha pê de çû: “Wateya vê serdanê ji bo me mezin e. Em dixwazin ku parêzer biçin Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin. Ev mafê me yê bingehîn e. Pirsgirêka kurd, pirsgirêkeke mezin e. Hemû kes jî dizanin ku ev yek çiqasî girîng e.  Ji bo gelê me jiyaneke azad bijî, divê di serî de bi birêz ocalan re hevdîtin bên kirin. Em dixwazin têkildarî tenduristiya birêz Ocalan xwedî agahî bin. Piştgiriya enternasyolan ji bo gelê kurd girîng e. Dê têkoşîna me ya li ser bingeha paradîgmaya birêz Ocalan bidome. Tiştê pêşî divê were kirin ew e ku tecrîda girankirî bi dawî bibe.”

Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin

Piştre jî birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan axivî û ev tişt anî ziman: “Tecrîda li Îmraliyê hemû kes di tariyê de hiştine. Divê tu kes vê tecrîdê qebûl neke. Heke li Tirkiyeyê hiqûq hebe, wê demê bila ev hiqûq li Îmraliyê jî bikeve meriyetê. Daxwaza me ev e. Haya me ji wan nîn e bê ka ew baş in yan na. Li tu devera cîhanê rewşeke bi vêî rengî tune ye. Banga me ji bo her kesî ew e ku tavilê bikevin nava hewldanan. Ji bilî HDP’ê hemû partiyên siyasî bê deng in. Ev tiştekî xelet e û nayê qebûlkirin. Bila demildest deriyê Îmraliyê bê vekirin.”