2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Fîlma ‘Kobanê’ sibê li ser ekranên Ronahî TV’yê ye

Fîlmê Kobanê bi munasebeta 8`emîn salvegera rizgarkirina Kobanê wê di Ronahî, Stêrk û Jin TV`ê de were nîşandan.

Di salvegera 8`emîn a rizgarkirian Kobanê de, fîlmê ‘Kobanê’ pêncşemê (26`ê Çileyê) dê cara yekem li gorî dema Rojava saet di 9`ê êvarê de li ser ekranên Ronahî TV`yê, saet di 8`ê êvarê de li ser ekranên ’yê û roja înê (27`ê Çileyê) dê saet di 9`ê êvarê de li ser ekranên Jin TV`yê were pêşandan.

Fîlmê Kobanê ku 2 saet û nîvan dewam dike, li bajarên Reqa, Tebqa, Qamişlo, Rimêlan û Hesekê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li paytexta Almanyayê Berlînê, bajarên Dresden, Kiel, Koln, Mannheim, Essen, Saarbrucken, Bochum, Leverkusen ên Almanyayê û bajarê Marseille yê Fransayê hatibû pêşandan.

Fîlmê Kobanê cara yekem 7 rojan li pey hev (ji 20`ê Îlonê heta 26`ê Îlona 2022`yan) li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê hatibû pêşandan. Fîlm behsa bûyerên dîrokî yên di Berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ`ê di salên 2014-2015`an de dike ku yekem têkçûna DAIŞ`ê ya li Sûriye û Iraqê bû.

Ozlem Yaşar derhêneriya fîlmê kiriye û ji aliyê Komîna Fîlman a Rojava û Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) ve di 2021`an de hatiye kişandin.