3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi nakokiyan jiyîn

Dawiya sedsala 20’emîn û heta roja me ya îro sedsala ku em tê de dijîn, em dikarin wekeî sedsalên bi nakokiyan tên jiyandin bi nav bikin. Weke mirov, weke helwest, weke bawerî tev li her tiştê xwe em di nav nakokiyan de, bi nakokiyan jiyan dikin. Yek lingekê me li aliyekî rastiyê ye, ya din li aliyê din ê rastiyê. Êdî ne rastiyên ku em pê bawer in yek in, ne jî têkiliya me ya bi rastiyan re yek awayî ye. Gelo ev tiştekî xwezayî ye yan mirov ji rê derketine; ev mijareke din e. Lê bi nakokiyan jiyîn yek ji fenomeneke sedsalan e û bandorên wê yên li ser mirov û civakan bê hed û hesab e.

Ez ê ji mînakeke guncav û rojane dest pê bikim. Qeyrana avûhewayê û bandorên wê yên li ser cihanê, mirovan, der û dora me, giyan û derûniya me bi awayekî aşkera li pêş çavan e. Li Almanyayê li bajaroka Lutzerathê ev du sal in, di navbera aktîvîstên klîmayê û rayedarên dewletê û fîrmayên şexsî de gengeşeyeke mezin diqewime.

Herî dawî hefteya borî hikûmeta ku wezareta wê ya derdorê ji hêla Partiya Keskan ve tê birêvebirin, biryara qewitandina çalakvanan û berfirehkirina kolandina komirê kir. Çalakvan ev du sal bûn, ji bo rawestandina madenên komirê li wê bajarokê kon û kampên xwe vedabûn. Dewleta alman û hêzên wî yên ewlehiyê bi awayekî hovane êrîşên çalakvanan û kesên piştgiriyê didin wan kirin, heta polîs aktîvîsta herî bi nav û deng Greta Thunberg desteser kirin û xistin bin çavan. Endamên koalisyona kesk (Partiya Keskan) û (SPD-Partiya civakî ya demokratik) bi piranî biryara berfirehkirina madenê dan. Nakokiya ku partiya keskan ketê ne li vir dest pê kir, ne jî qediya. Lutzerath ji bo mijara avûhewayê roleke sembolik dilîze. Çalakvan balê tenê nakşînin ser madene û bandora wê ya li ser derdorê.

Her wiha balê dikişinin ser rola Almanyayê, di mijara berpirsiyariya qeyrana klîmayê de. Îcar ev berpirsiyarî di bin siya partiyeke qaşo  kesk de tê meşandin û destekkirin nakokiya herî li pêş çav û aşkera ye. Di vê pêvajoyê de ya herî trajî-nakokî ew bû ku kesên ji partiya keskan ku ji bo madene dengê “erê” dabûn hatin Lutzerathê, wêneyên xwe -ji dûr ve- bi girse re kişandin ku qaşo ew ji bi çalakvanan re ne, û li ser civaka medyayî belav kirin.

Niha em rola partiya keskan, mekanîzmayên biryarê, pergala lîberal û kapîtalîst ji analîzên siyasî re bihêlin lê em ê helwesta endamên partiya keskan, hatina wan a Lutzerathê û tevlibûna wan a çalakiyan çawa binirxînin? Li cem me gotina “ruyê xwe bi mîza xwe şûştiye” heye lê ev ne tenê mijara bêşermiyê ye. Ji ber ku gelek mirov bi vî awayî, bi nakokiyan dijîn. Mînakeke ji rêzê ye lê tê zanîn ku dîsa kesên ku herî zêde ji bo rêwitiyê balafirê bi kar tînin, bi giranî partiya keskan hildibijêrin.

Yên ku herî zêde di navbera parzemînan de diçin û tên û propagandaya jiyana alternatîf û egzotîk dikin, qey nizanin bi balafirên ku lê siyar dibin, herî zêde CO² hildiberînin. Girêdayî vê mijara avûhewayê di heman demê de mijareke nakokiyên çînî ye jî. “Nakokiyên antagonist” ên ku Lenîn qal kiribû, di destê çîna navîn de bû mûçika destê zarokan. Çawa dibe ku mirov di nav nakokiyên ku divê qet li hev nekin de, dikare bijî? Çawa dibe mirov ne ji dêrê ne ji mizgeftê bibe? Dibe ku bersîva vê yeke di konformîzma takekesîbûnê de be gelo? Xwe li hemberî civakê û derdora xwe neberpirsiyar girtîn û dîtinê de? Di îzolekirina hestî û giyanî yên kesan ji civakê, ji xwezayê de, ku mirovan dike xwedayên piçûk ên ku ji lêpirsînê natirsin, ne ku natirsin, ên li hemberi wan lêpirsînê bikin, nabînin?

Ku pergala kapîtalîst a neolîberal mirovan (giranî zayenda mêr) kir xwedayên pîçûk û li ser avûhewayê girt, ne rastiyeke veşartî ye. Ev yek û bandora vê yeke di hemû rehên civakê de xwe dide sehkirin.

Li ser kesayetê bi xwe jî bi gelek awayan bandora wê heye. Lê ev nakokiyên ku li jor hatin binavkirin de takekesîbûn û xwe di konformîzma xwe de îzolekirin roleke pêwîst dilîze. Ronakbîrên vê hişmendiyê dîrokê mirî îlan kirin, têkiliya mirovî bi paşeroja wê ve qut kirin, mirovî weke buyîneke bê pêşeroj û bê paşeroj, ji niha û tenê ji bo niha avabuyî pênase kirin. Ji vê bêkokbûnê ye ku ev kes wekeî pelên payîzê bi hewayê dikevin. Li ser erdê wekeî parçeyek ji axê xuya dikin lê bi bayekî sivik bi her alî ve belav dibin.