17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dejenerasyon, entegrasyon û asîmîlasyon

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Civakîbûn, diyardeyeke çandî û dîrokî ye. Takekes ancax dikare ziman, çand û dîroka xwe bi saya civaka xwe bi kar bîne, biparêze û bi pêş ve bibe. Entegrasyon û bişaftina takekes û civakê bi piranî di nav komên bindest û yên hindikayiyan de pêk tê.  Pêvajoya guherîna ku di asta ferdî û komê de pêk tê, jibîrkirina ziman û dûrektina çanda civakê ye.

Çar stratejiyên çanda civakîbûnê hene ku li gor civak û kesayetên piralî tên adaptekirin. Ev strateji; entegrasyon, asîmîlasyon, veqetandin û marjînalbûn e. Civaka nû ya ku bi vegirtina komên serdest ava dibe, her gav xwe li ser komên bindest dide ferzkirin,

Nifşê nû yê ku şaşî û xeletiyên xwe rast dibîne û dipejirîne, bi heman awayî wan vediguhêze nifşê nû û peyrewên xwe. Adaptasyon; pileya bîyanîbûn, jixwebidûrketin û bêesilbûna takekes û civakê ye. Dejenerasyon; pûçbûn û xirabûna nifşê nû û rastdîtin û pejirandina şaşî û xeletiyên nifşê berê ye. Entegrasyon; destpêka çanda civaka nû ya têkel û tevlihev e. Radeya bêesilkirin û çilvirandina nirxên civakî û hêmanên neteweyî ye. Entegrasyon, hin caran berî asîmîlasyonê, hin caran li gel asîmîlasyonê pêk tê û di hemû domanên bişaftinê de hebûna xwe dikudîne. Asîmîlasyon; pêvajoya tevlihevbûn û hevgirtina kom û komiçkên nû ye. Anku, stratejiya asîmîlasyonê tê wateya civakeke nû. Çi kes û kom û çi jî takekes û civak dibe; pêşî bi adaptebûna bîr, hest û tevgerên kes û komên din re dimehe. Peyre ziman, çand, wêje, huner, muzîk û dîroka xwe ya resen û arizî ji bîr dike û xwe di nav jiyana çandeke hevpar de dibîne.

Koka hemû têgihên sosyolojîk ên wekî dejenerasyon, adaptasyon, entegrasyon û asîmîlasyonê li ser teoriya sosyolojiya fonksiyonel ava dibe. Di teoriyên fonksîyonel de ev têgih wekî têgihên razber bi hevbendiya civakîbûn û birêkûpêkkirina endamên civakê re derdikevin holê. Li gorî vê teoriyê civaka nû; bi  awayekî  tevlihev, tevahî  û sînorkirî ji gelek komên cuda pêk tê.  Awa û mebesta teoriyên fonksiyonel ew e ku mirov di paşerojê de asîmîle bike. Belê di vir de bêtir nirxên razber û normên sereke yên kom û civakên serdest diyarker in.

Kesên ku ji ber şer, birçîbûn, karesata xwezayî, pirsgirêkên tenduristî, bêkarî bêdebarî, bêdadî û hwd. ku ji cihekî koçî cihekî din kirine, wekî  “koçber”,“penaber”, “penaxwaz”, “mihacir”û “mêvan” tên hesibandin û binavkirin. Her çiqas dem, cih, nasnameya koçber, sedema koçberiyê û taybetmendiyên erdnîgariya koçkirî ji hev cuda bin jî, diyardeya koçberiyê di her serdema dîrokê de hebûye. Bi vegotineke din; dîroka cîhanê, dîroka koçberiyê ye. Koçberî; dibe sedema veguhastina nijad, netewe û gelên din ên ku li welatê xwe najîn an jî li herêmeke din dijîn. Şert û mercên ku tê de dijîn, wan neçar dihêle ku ew ji ser axa xwe bi dûr bikevin; belav bibin û ji bêgavî li erdnîgariyên din ên cîhanê bi cih bibin.   Tercîha hevgirtina civakî ya polîtîkayên adaptasyon, dejenerasyon, entegrsayon û asîmîlasyonê, bêtir ji ber fikra ku mirov her gav ne li welatekî mayînde ne, pêk tê. Di nav diyarkerên entegrasyonê de faktoreke diyarker a din jî mafên mirovan ên bingehîn in ku bi hemwelatîbûna mirov a welatekî ve girêdayî ne. Heman demê dayîna hemwelatîbûnê ya ji bo koçber û biyaniyan tê wateya naskirina qanûnî ya hebûna wan.

Entegrasyon, asîmîlasyon,  pireçandîtî û koçberî di nav xwe de danûstendineke çandî û her wiha di navbera mirovan de têkilî û tevgerên nû pêk tîne. Koçberî, bi vî awayî dibe bingeha komên avabûyî û sedema hevdîtin û rûbirûbûna çand û civakên nû.  Ev hevdîtin û rûbirûbûna çand û civakan, tenê ne demekê, pêvajoyekê jî pêk tîne. Ev pêvajo, pêvajoya entegrasyona çand û civakên koçber û demdemî ya bi gelê xwecih û dêmanî re ye. Pirsgirêkên civaka mêvandar ên di jiyana koçberiyê de, yê wek mal/xanî, peydakirina kar, fêrbûna ziman, fêrbûna nirxên çandî û herêmî, wergirtina perwerdehiyê û gihîştina saziyên di warên civakî, çandî û aborî de pêvajoyeke nû dide destpêkirin.

Ji ber vê yekê, mirov bi hêsanî nikare bibêje ku di navbera adaptasyon, dejenerasyon, entegrasyon û asîmîlasyonê û her wiha di navbera ahengdariya civak, pêkvejiyan û veqetandinê de sînorên diyar û tixûbên zelal hene. Têkelî, xumamî û tevliheviyeke çandî û civakî xwe bi her awayî di hemû warên jiyanê de dide der. Hebûna tixûbên nediyar û tunebûna sînorên nezelal, aşkera dike ku armanc, nexşe, bername û pêşnûmayeke wê ya siyasî jî heye. Der barê vê yekê de teoriyeke yekpare ya ku ji aliyê her kesî ve bê yan jî hatibe qebûlkirin jî tune ye. Tevlihevî û cihêrengiya tecrûbeyên koçberiyê, hem li ber formulekirina teoriyên giştî yên koçberiyê û hem jî li pêşiya dariştina stratejiyên hevgirtî û yekgirtî dibe asteng.  Pêvajoya entegrasyon, adaptasyon an jî asîmîlasyonê ku li hemberî pirsgirêkên ku koçber û civaka mêvandar pê rû bi rû dimîne, pêvajoyek civakîbûnê ye û ji bo ku ji nû ve xwe biguncîne divê her tiştê ku hê berê fêrî ziman û çand û kelepûra xwe bûye, bi kar bîne, biparêze û pêşve bibe. Bikaranîna têgihên hevgirtin û lêanînê jî hemû bi hev re perspektîfa vê pêvajoyê nîşan didin. Wateya biyolojîk û mekanîk a têgiha entegrasyonê ya yekem, lêgerîna alternatîfên nû bi xwe re tîne.

Adaptasyon, bi xislet û xisûsiyetên ku bi hilbijartin û tercîhên kom û komiçkên belavbûyî pêk tên û pêş dikevin re derdikeve holê. Lê ev tercîh û û hilbijartin tenê di dema ku mercên hawirdorê yên guncan çêdibin, pêk tên. Di encama geşedana van taybetmendiyan de mirov dikare bibêje ku takekes  an jî kom bi derdora xwe  re “adapte” bûye. Ji ber vê sedemê, taybetmendiyek adapteyî, di hawirdora ku mirov tê de ye, zindîkirina çanda nû, ango serketina entegrasyonê (hînbûna jiyana nû) zêdetir dike. Ev taybetmendî, bi mekanîzmayên guhestinê re derdikevin holê û nasnameyeke nû pêk tînin.

Li gorî  vê yekê, kom û komiçkên koçber ên ku di pêvajoya asîmîlasyonê de ne, bi beşdarbûna jiyana hevpar a civaka welatê mêvandar re entegre dibe. Belê bûyerên ku dibin sedema vê pêvajoya entegrasyonê jî ferq nake. Dema ku mirov li pênaseya asîmîlasyonê dinihêre, mirov dibîne ku têgihîştina wateya vê yekê  “beşdariya jiyana hevpar” e.

Koçberên ku di civaka mazûvan de wek “biyanî” tên dîtin, neçar in ku bi pirsgirêka ziman, perwerdehî, rûniştin, tenduristî û kar re rû bi rû bimînin. Ji bilî van, nenasîna wan a bi nirxên civakî-çandî yên civaka mazûvan re jî pêvajoyên civakîbûna wan tevlihev dike. Vebijêrkên ji bo pêvajoyên entegrasyonê yên koçberan, cur bi cur û cihêreng  in.

Bi kurtayî; stratejiya ku maf û cudahiyên kes û komên koçber diyar dike û têkiliylên wan ên civakî-çandî dişêwîne, asîmîlasyon e.  Hêzên ku hebûna gel û kesên koçber ên ku li welatên dûrdest bi cih bûne, dipejirînin, ji bo asîmîlekirin û entegrekirinê çi ji destê wan tê dikin.  Her wiha bi navê feraseta “hevgirtinê” û perspektîfa“lihevkirinê” jî her gav stratejiyên nû yên tunekirinê pêk tînin.