3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Keça Bexdadî: Bavê min ez neçar kirim ku 12 salî bizewicim

Keça serkêşê çeteyên DAIŞ’ê Îbrahîm El-Ewwad (Ebûbekir Bexdadî) agahiyên balkêş der barê jiyana xwe û ya Bexdadî de di hevpeyvîneke bi ajansa El Hedesê re parvekirin

Piştî ku hevjîna serokê berê yê DAIŞ’ê Ebûbekir Bexdadî, Esma Mihemed, di hevpeyvîneke taybet de ligel El Erebiye, zanyariyên girîng der barê Bexdadî de dan. Niha jî keça Bexdadî behsa sosretên nû kirin.

Omaima, keça lîderê berê yê DAIŞ’ê, di dema girtina xwe li Iraqê de got ku çawa bavê wê ew neçar kiriye di 12 saliya xwe de bi yek ji parêzvanên xwe yên taybet re bizewice. Keça Bexdadî her wiha behsa rojên xwe yên ku di nava çeteyên xîlafeta idîakirî de derbas kiriye, kir.

Hevjîna Bexdadî aşkera kir ku Bexdadî zêdetirî 10 jinên êzidî ên dîlgirtî wekî cariye ji xwe re bikar anîne her wiha destnîşan kir ku ew bi 4 jinan re zewcandîbû û 11 zarokên wî hene.

Balkêşe ku li gorî van daxuyaniyên keç û jina Bexdadî wiha xuya dike ku heta bi kesên herî nêzî Bexdadî jî ji vê hişmendiya qirêj û kiryarên rêxistina DAIŞ’ê nerazî ne, an jî ew van gotinan niha dixwazin ji bo hin armancên din bikar bînin.