6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dem dema zimanê kurdî ye

Lijneya  Ziman a DEM Partiyê bi minasebeta 21’ê Sbatê Roja Ziman a Cîhanê giştînameyek ji rêxistinên partiyê yên jin, ciwan, navçe, bajar û navendê reşand û got: “Dem dema zimanê kurdî ye.”

Hevberdevkên Lijneya Ziman û Çandê ya Partiya DEMê Cemîle Turhalli û Heval Dilbihar, têkildarî bernameyên 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî giştinameyek nivîsand û parve kir. Hevberdevkên Lijneya Ziman ji endamên xwe yên lijneya rêveberiya navendî û meclisê, ji rêxistinên Dem Partiyê yên bajar û navçeyan, ji parlamenter, meclisên Jin û Ciwanan an ên DEM partiyê re, ji Hevşaredarên DEP Partiyê re, ji endamên meclisên şaredariyan û endamên meclisên bajaran re giştîname şand û got: “ Dem dema zimanê kurdî ye.”

Hevberdevkên Lijneyê di giştînameyê de got: “Em wek partiya DEMê dê ji niha û pê ve bi dirûşma ‘DEM DEMA ZIMANÊ KURDÎ YE!’ têkoşîna xwe ya ji bo zimanê kurdî bi awayekî domdar, şênber, afirîner û encamgir bimeşînin. Em ê bi çalakiyên xwe yên bi boneya 21ê sibatê ‘Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî’ dest bi vê pêvajoyê bikin. Li ser vê bingehê, bi boneya 21ê sibatê ‘Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî’ em wek partî dê li tevahiya Kurdistan û Tirkiyeyê, 18 û 21ê sibatê de bernameyên cuda cuda li dar bixin.”

Bername wiha ye:

18ê sibatê: Saet di navbera 18.00 û 22.00’an de dê li her malê, qadê û kargehê stranên kurdî bên vekirin, ji bo xwedîlêderketina kurdî kurteaxaftin bên kirin, ev tev wek dîmen bên qeydkirin û li ser medyaya dijital bên parvekirin.

20ê sibatê: Dê derbarê kurdî de saet di 21.00’an de xebata tagê bê kirin.

**Rojeke ku her cih dê bi xwe diyar bike li navenda bajêr, tax, kolan û qadan bernameya dersdayîna kurdî ya sembolik li dar bixin dê baş be.

Belavkirina belavokan, daxuyaniyên çapemeniyê û meşê:

19ê sibatê: Bajarê Wanê

20ê sibatê: Sêrt, Mêrdîn, Şirnex, Dîlok, Riha, Çewlig, Dersîm, Xarpêt, Colemêrg, Mûş, Bidlîs, Agirî, Qers, Erdexan, Îdir, Erzirom û navçeyên wan.

21ê sibatê: Amed, Êlih, Cizîr, Mêrdîn û navçeyên wan; Mereş, Meletî, Edene, Mêrsîn, Antalya, Stenbol, Kocaelî, Tekîrdağ, Izmîr, Manîsa, Aydın, Mugla, Balikesîr, Enqere, Konya

Di Parlementoyê de:

19-20-21ê sibatê: Di van rojan de dê parlementerên me derbarê zimanê dayikê de pêşniyaznameyan pêşkêşî parlementoyê bikin.

20 sibatê: Dê di civîna koma partiya me ya di meclîsê de derbarê kurdî de axaftinên bi kurdî bên kirin. Herwiha dê dosyayeke ku daxwaza statu û perwerdehiya zimanî dike dê bê amadekirin û ji rayedaran re bê pêşkêşkirin.

21ê sibatê: Dê hemû parlementerên me yên kurd di meclîsê de bi kurdî biaxivin. Bi taybetî jî daxwazên me yên bingehîn ên derbarê kurdî de bînin zimên. Dowîzên bi kurdî bilind bikin.

Pêveka Plansaziya Bernameyên 21ê Sibatê

Divê hemû bajar û navçe li gor plansaziya me ya li jor, bernameyên xwe yên meş, daxuyanî û belavokan derxînin û teqez li gor wê tevbigerin.

Em wek Partiya DEMê dê bernameyên xwe li bajarên ku DBP û saziyên yên zimanî lê hene bi hev re li dar bixin. Hemû saziyên din ên demokratik jî dikarin bi awayekî hevpar di nava bernameyan de cih bigirin. Cihên ku BDP û saziyên zimanî lê nîn in em ê tenê wek Partiya DEMê li dar bixin.

Li Kurdistanê, ne tenê li bajarên ku me navê wan li jor nivîsîne, divê hewl bê dayîn ku li hemû navçeyan jî çalakiyên ku me diyar kirine bi awayekî xweser bên lidarxistin. Li bajarên Tirkiyeyê di navçeyên ku guncav bin de divê ev xebat bên meşandin.

Her bajar/navçe divê hewl bide ku meşê li dar bixe, cihên ku ew şert û merc nebin jî teqez divê daxuyaniya çapemeniyê bê dayîn û belavokên li ser zimanê kurdî bên belavkirin.

Di cihên ku meş lê bê kirin de dibe ku belavok rojeke cudatir jî bên belavkirin.

Derbarê rojevê de tevlîbûna bernameyên TVyan, hevpeyvîn, bangewazî û dayîna peyaman divê di asta herî jor de be.

Divê hemû parlementer, hevserok û namzetên hevşaredariyên me jî beşdarî hemû bernameyan bibin.

Divê di beşdarbûna hemû bernameyan de lixwekirina cilûbergên kurdewar (kiras û fistan, şal û şapik) esas bê girtin.

Naveroka daxuyaniya çapemeniyê dê navendî be, dê paşê bi hemû cihan re bê parvekirin. Belavok jî dê navendî bin û ji hemû cihan re bên şandin. Dê di meşê de tenê pankartek hebe, dirûşmên li ser pankartê dê hevpar bin, ew jî dê paşê bên parvekirin.

Di meş û daxuyaniyan de çiqas dowîz, afîş û lolîpop ên ku li ser derbarê ziman (bi taybetî derbarê zimanê kurdî de) kurtedirûşmên cuda hatine nivîsandin hebin baş dibe. Herwiha ji bo zindîbûna daxuyanî û meşê divê dirûşmên derbarê kurdî de bên avêtin.

Cihên ku derfetên wan hene dikarin meş û daxuyaniyan bi def û zirneyê jî bikin.

Bi taybetî hemû meclis û saziyên me yên jin û ciwanan risteke herî çalak di van bernameyan de bigirin dê baş be.

Divê wêne û dîmenên hemû çalakiyan ji aliyê çapemeniya rêxistinên me jî bi awayekî herî baş û berfireh bên kişandin û li hemû rûpelên rêxistinên me û saziyên me de bên parvekirin.