3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Seroka Koma Dîe Lînke banga tevlêbûna meşa 17’ê sibatê kir

Seroka Koma Dîe Lînke ya Parlamenta Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr diyar kir ku tevlêbûna meşa Kolnê ya 17'ê Sibatê gelekî girîng e û got, "Tirkiye xitimî ye. Mifteya çareseriyê jî tenê birêz Abdullah Ocalan e."

Cansû Ozdemîr anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mirovekî welê ye ku bi milyonan mirov guh didin wî û got, “Ji ber vê yekê meşa 17’ê Sibatê gelekî girîng e. Girîngiyeke gelekî mezin a vê çalakiyê heye. Li Tirkiyeyê rewşeke xitimî heye. Mifteya vê jî tenê Birêz Abdullah Ocalan e. Dewleta Tirk jî bi vê zane, Almanya jî bi vê zane. Lewma wê tevlîbûneke xurt bibe.”

‘Em dizanin ku ew çima dixwazin Ocalan bêdeng bikin’

Cansû Ozdemîr bi bîr xist ku Abdullah Ocalan 25 sal in tecrîdkirî ye û got, “Dema ku mirov bala xwe didin ser Rojava, şoreşa li wê derê, avabûna civaka li wir, jinûve avabûnê hingî dibînin û fêhm dikin bê çima hewldaneke bi vî rengî li dijî Abdullah Ocalan hatiye kirin, hewldaneke bi vî rengî binpêkirina mafên mirovan e. Em fêhm dikin bê çima dixwazin wî bêdeng bikin.”

Cansû Ozdemîr ragihandin ku hewl tê dayin belavbûna fikrê konfederalîzma demokratîk ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê astengkirin û got, “Ji ber ku dibînin, bixin lîsteya terorê jî, bi taybetî PKK’ê bixin lîsteya terorê jî, bandor li mirovan kiriye. Civaka Elman mîna hikumeta xwe nafikire. Piştevaniyeke xurt heye. Dema ku mirov bala xwe didin ser hemû gelên cîhanê, tê dîtin ku Abdullah Ocalan weke fîlozofekî tê qebûlkirin.”

‘CPT wezîfeyên xwe nake’

Cansû Ozdemîr destnîşan kir ku CPT sûcdar e, wezîfeya xwe nake û got, “Em qala rewşa giran a tenduristiya Birêz Ocalan dikin, balê dikişînin ser tecrîdê û binpêkirina mafên mirovan, lê CPT bêdeng e. Ev yek ji ber vê ye: Bal û guhê bi milyonan mirovan li Birêz Abdullah Ocalan e. Hewl didin vê yekê asteng bikin. Ji ber vê yekê meşa ku wê di 17’ê Sibatê de bê lidarxistin gelekî girîng e. Girîngiyeke gelekî mezin a vê çalakiyê heye. Ji ber ku em dibînin li Tirkiyeyê rewşeke xitimandî heye. Û mifteya vê yekê jî tenê Birêz Abdullah Ocalan e. Dewleta Tirk bi vê zane, Almanya jî bi vê zane. Ji ber vê yekê jî wê tevlîbûneke xurt pêk were.”

Cansû Ozdemîr bal kişand ser polîtîkayên krîmînalîzasyonê yên li Almanyayê li dijî civaka Kurd têne meşandin û anî ziman ku siyasetmedarên Kurd bêyî sûcdariyekê li Almanyayê têne darizandin. Li hemberî vê yekê jî komên mîna DÎTÎB û Mîllî Goruş bi rehetî tevdigerin. Cansû Ozdemîr destnîşan kir ku Almanya hem li hundir hem jî li derve polîtîkayeke durû dimeşîne.

Cansû Ozdemîr diyar kir ku Almanya piştgiriya çekan dide dewleta tirk û wiha got, “Gelo ev çek li ku têne bikaranîn? Dewleta alman baş zane ku bi taybetî li Rojava têne bikaranîn. Me di pêvajoya Efrînê de dît. Bi panzerên alman ketin nava Efrînê. Li wir komkujî kirin.”

Cansû Ozdemîr têkildarî destwerdana li alên YPG, YPJ ên di çalakiyên li Almanyayê de got, “Rê û rêbazên cuda peyda dikin, niha jî zextê li mirovên ji Rojava tên dikin û dibêjin ‘Dema hûn li dora komeleyê çalak bûn, tev li karên siyasî bûn, em ê mafê rûniştina we dirêj nekin’. Bi vî rengî hewl didin rêxistinî û têkoşîna gelê Kurd lawaz bikin.”