4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kemal Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û TÎP’ê û piştre li meclisê jî bi berpirsên TÎP'ê re civiya û hevdîtin ji çapemeniyê re girtî berdewam kir

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglû çû serdana Partiya Çep û Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP). Kiliçdaroglû ji ewilî çû serdana Partiya Çep. Di hevdîtina li Navenda Giştî ya Partiya Çep de Sekretera Giştî ya CHP’ê Selîn Sayek Boke û Cîgirên Serokê Giştî yê CHP’ê Muharrem Erkek û Oguz Kaan Salici jî amade bûn. Kiliçdaroglû, ji hêla endamê Lijneya Rêveber ê Partiya Çep Onder Îşleyan ve hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de li gel Îşleyen, her wiha endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) Mehmet Soganci, Dîlara Kurtuluş û Goksu Cengîz jî amade bûn.

Li meclisê bi TÎP’ê re hevdîtin kir  

Kiliçdaroglû piştre jî li Meclisê bi TÎP’ê re hevdîtin kir. Şandeya bi serokatiya Kiliçdaroglû li eywana Avahiya Têkiliyên Gel a Meclisê bi TÎP’ê re civiya. Kiliçdaroglû ji hêla Serokê Giştî yê TÎP’ê Erkan Baş, Parlamenterê TÎP’ê yê Stenbolê Ahmet Şik û endamên partiyê ve hate pêşwazîkirin. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.