spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Zarokên erdhejê yên wîndayî li ku ne?

Li ser medyaya civakî hinek hesaban têkildarî zarokên windakirî wêne û agahî parve kirin û dibêjin ku ji bo van zarokan malbat hatine peydakirin

Aqûbeta zarokên di erdhejê de winda bûn/hatin windakirin hêj jî nayê zanîn. Tê gotin ku gelemperiya zarokên winda bûyîn ji Sûriyeyê ne û gelek malbat hewl didin bi derfetên xwe xwe bigihînin zarokên xwe. Malbatên ku zarokên wan winda bûne, li ser medyaya civakî kom ava kirine û gelemperî jê zarok bi giştî aqûbeta 120 kesan tê pirsîn. Malbatên sûriyeyî ji hevdîtinên bi walîtî û wezaretan re tu encam bi dest nexistin. Gelek malbatan wêneyên zarokên xwe û agahiyên wan ên nasnameyê li deverên cuda yên bajar ve daliqandine û hêvî dikin ku bên dîtin.

Hesaba “Prenses Karvar Katrina”

Hesabeke bi navê “Prenses Karvar Katrina” ku ji devera Edeneyê xuya dikir û bi erebî dinivîse, yek ji wan hesabên balkêş e. Tê dîtin ku bi koma “Adana Suriye Sokağı” peywendiya wê heye ku ev kom 61 hezar şopînerên wê hene. Dema hesaba medyaya civakî ya behsa xeberê tê lêkolînkirin, tê dîtin ku di 12’ê sibata 2023’yan de hatiye avakirin û parvekirina xwe ya ewil jî di 13’ê sibatê de li ser koma behsa xeberê kiriye. Balkêş e ku gelemperiya parvekirinên wan li ser zarokên tê gotin di erdhejê de winda bûne ne. Ji ewil wiha hatiye gotin; “Malbatên keçên me di erdhejê de mirin. Em xwedî li 2’yan derketin.” Di şîroveyên bi erebî yên bin parvekirinê de jî tê gotin ku dikarin xwedî li zarokan derkevin. Her wiha hinek jî dibêjin ku divê zarok radestî rayedaran bên kirin û tişta tê kirin sûc e.

 4 zarok radestî malbatên wan kirine

Di parvekirina din de jî wiha tê gotin; “Yên ku zarokên xwe winda kirine bila xwe bigihînin min.”Ji bo zarokeke keç a wêneyê wê li nexweşxaneyê hatiye kişandin jî wiha hatiye gotin; “Ew keçeke me ye û ji kerema xwe yên nas dikin bila xwe bigihînin me.”Parvekirinên piştre jî têkildarî zarokane û tê gotin ku 4 zarok radestî malbatên wan hatine kirin lê tu wêne tune ne. Di parvekirineke din de wiha tê gotin; “Mirovên qenc ên ji Stenbolê, Ewropayê ji bo li zarokên dibin êtîmxaneyan bi min re peywendî danîn.” Di parvekirineke din de jî wiha dibêje; “Du keçikên me yên bi navên Yara Noam û Amal Bakur hene.” Di parvekirineke din de jî wêneyên pasaportên aydê hinek kesên cuda hene. Dema jin û zilamên sûriyeyî hewl didin xwedî li zarokan derkevin jî vedixwîne sihbeta taybet.

Li keça xwe digere

Penaberê sûriyeyî Nafîz Hamvî li taxa Dulkadîroglû ya Mereşê dijiya û mala wî di erdhejê de hilweşiya. Yek ji kesên li keça xwe digere jî Hamvî ye.

Hamvî, di roja erdhejê li derveyî bajar bû û xwe xelas kir. Lê belê kurê wî Abdulvahap û bavê wî Abdulvahap di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Her wiha keça wî ya 15 salî Messe Hamvî jî ku di malê de bû, winda bû. Hamvî, serî li şaredarî û walîtiyê da lê tu bersiv jê re nehatin dayîn. Hamvî, li lîsteya kesên hatine definkirin jî nihêrt lê derheqê keça xwe de tu tiştek nedît.

Hamvî îcar pirsa keça xwe ji derdora xwe kir û jê agahdar bû ku keça wî di roja erdhejê de ji malê derketiye. Li ser vê yekê li gelek deverên bajar broşurên bi erebî û tirk daliqand. Di broşûrê de wiha dibêje: “Tê gotin ku di roja ewil de du kesan dîtiye ku ji malê derketiye. Lê heta niha jî tu şopên wê nehatine dîtin. Ji bo xatirê mirovatiyê, yên ku ew dîtin bila li vê telefonê bigerin an jî bila agahiyê bidin emniyetê.”

Wêneya keça xwe lî ser hesabê dibîne

Bav Hamvî ji bo xwe bigihîne keça xwe, li ser medyaya civakî parvekirinan dike. Hevalekî wî, xeberê dide Hemrî û wêne û belgeya nasnameya demkî ya keça xwe li ser hesaba bi erebî ya “Prenses Karvar Katrina” dibîne. Di nîşeya bi erebî de wiha tê gotin: “Ev keçe ji Mereşê hate cem me. Heke kesên malbata wê nas dikin hebin bila xwe bigihînin me.” Li ser vê yekê malbatê bi kesê behsê xeberê re peywendî danîn. Lê belê kesê pê re peywendî danîn, ji ewil bersiv da lê demek piştre Hamvî asteng kir û parvekirina xwe jê bir. Hamvî, jî wêneyê parvekirinê kişand û serlêdana sûc kir. Lê heta niha jî encamek bi dest nexistiye.

Bav Hamvî, têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî û ev tişt anî ziman: “Keça min beriya hilweşîna avahî derket. Kesên bûne şahidê vê hene. Sê roj beriya erdhejê min avahiyeke din girtibû û min dixwest biçin wê derê lê nebû. 5 saet beriya erdhejê ez bi malbata xwe re axivîm. Dema kavil dihatin rakirin, 6 rojan li ser kavilan sekinîm. Cenazeyên bavê min û kurê min ji bin xirbeyan hatin derxistin. Keça min jî li holê xuya nedikir. Dikana di bin avahî de 24 saetan vekirî ye û wî dîtiye. Her wiha cîraneke me ya di qata 8’an de dîtiye. Xizmê me yê li Sûriyeyê got ku hesabekê wêne û agahiyên nasnameyê yên keça min parve kiriye. Me jî hewl da xwe bigihînin wan. Lê me bi tu awayî nekarî xwe bigihînin wan. Em çûn Qereqola Dulkadîroglû. Me giliyê jina ku parvekirinên medyaya civakî dike kir. Me serlêdana windabûnê kir. Lê heta niha jî tu agahî nînin.”

Gelo bazîrganîya zarokan tê kîrîn?

Hamvî, dibêje ku êdî dixwaze agahiyekî ji keça xwe bigire û axaftina xwe wiha diqedîne: “Ez dixwazim ku kesa ev parvekirin kiriye bê tespîtkirin, lêpirsîn û karûbarên yasayî bên bicihanîn. Ji parvekirinên vê hesabê xuya dike ku gelek zarok di destê wan de hene. Ne tenê ji bo zaroka xwe lê ji bo hemû zarokan fikarên min zêde ne. Fikara min ji bo bazirganiya zarokan e.”