3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Kes heye ku parêzeriya min bike?’

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Resûl Baltaci yê ku 31 sal in di girtîgehê de ye bi peyama parve kir dibêje; “Ji ber bûyerên eleqeya min bi wan re nîne û hincetên vala azadiya min tê astengkirin. Gelo parêzerek heye ku karibe doza min bişopîne?”

Di 2 salên dawî de li girtîgehên dewleta tirk înfaza 217 girtiyan hatin şewitandin ango tevî cezayê li wan hatine birîn tamam kirine jî nayên berdan. Tenê ev dane ji bo famkirina zilm û zordariya li ser girtiyên siyasî tê ferzkirin bes e. Lê dema mijar dibe dewleta tirk û dijminatiya wê ya li dijî gelê kurd divê em zanibin ku gelek bûyerên binpêkirina mafan jî ji derveyî qeydan dimînin. Ango bi raya giştî re nayên parvekirin.

Desthilata AKP-MHP’ê bi demê re pergala tecrîda Îmraliyê belavî hemû girtîgehan kir. Tecrîd nebes e girtiyên nexweş ên rewşa wan giran nayên dermankirin. Girtiyên doza mafên xwe dikin rastî êrîş û muameleyên xirab ên gardiyan û rêveberiya girtîgehan tên. Bi nêzîkatiyên kêfî mafên wan ên herî bingehîn tên astengkirin. Li dijî van binpêkirinan sazî û rêxistinên mafên mirovan di çarçoveya derfetên xwe de herdem hewl dan ku dengê girtiyan bigihînin raya giştî. Lê dema mijar dibe kurd û doza gelekî li Tirkiyeyê qanûn bêwate û zagon jî bêhikm dibin.

Esat Oktayên biçûk

Divê em zanibin ku di roja me ya îroyîn de faşîzma ku li girtîgehan heye ji ya cunteya 12’ê Îlonê ne kêmtir û cûdatir e. Jixwe rêveberiyên gelek girtîgehan bi xwe dibêjin; “Rihê Esat Oktay li vir e.” Ev jî diyar dike ku faşîzma dewleta tirk ji bo tola xwe ji kurdan hilîne, li girtîgehan ji xwe re Esat Oktayên biçûk çêkiriye.

Desthilata AKP-MHP’ê ji bo ev kiryarên wan ên derqanûnî neyên dîtin çi ji destên wan tê dikin. Bi taybetî ji bo tecrîda li Îmraliyê û binpêkirinên li girtîgehan nekeve rojeva civaka demokratîk û raya giştî serî li her qirêjiyê dide. Mînaka vê ya herî dawî di girtina Gerînendeyê Giştî yê Tele 1’ê rojnameger Merdan Yanardag de hat dîtin. Merdan Yanardag têkildarî tecrîda li ser Rêber Apo axivî û tecrîd rexne kir. Ji ber van rexneyan, derheqê Yanardag de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê wkiriye” lêpirsîn hat destpêkirin. Yanardag li avahiya Tele 1’ê hat binçavkirin û piştî îfadeyê wî girtin.

Girtina Merdan Yanardag

Ev ne bûyerek ji rêzê ye. Ji aliyê herkesî ve tê zanîn ku Merdan Yanardag kesekî dijî siyaseta Tevgera Azadiya Kurd e. Girtina Yanardag ji bo aliyên muxalîf peyamek e. Bi girtina wî re dixwazin bibêjin ku “kesên bahsa tecrîdê bike, siyaseta dewletê ya tecrîda li Îmraliyê rexne bike wê wisa bên girtin.”

Desthilata AKP-MHP’ê beriya niha jî heman siyasetê li dijî akademîsyenên aştîxwaz dabû meşandin. Wê demê dewleta tirk pêvajoya çareseriyê têk biribû û li dijî gelê kurd biryara şer dabû. Akademîsyen û rewşenbîrên ku ev biryara dewleta tirk rexne kirin û li dijî derketin yekser bi awayekî derqanûnî hatin girtin. Bi wan girtinan re êdî şerê faşîzma dewleta tirk a li dijî gelê kurd dabû meşandin bi tamemî ji rojeva gelên Tirkiyeyê û raya giştî hate derxistin. Niha jî bi girtina Merdan Yanardag re hewl didin pêşî li rexneyên ku pergala tecrîdê û zextên li ser girtiyên siyasî têne ferzkirin bigirin. Ev hewldan vala ne. Lê di Osmaniyan de lîstik naqedin!

Hewldana gihîştina armancê!

Li dijî vê siyaseta înkarê ne tenê gelê kurd divê hemû aliyên demokratîk di nava têkoşînek xurt debin. Xwedî derketina li girtiyên siyasî û bi taybetî tekoşîna ji bo berdana girtiyên nexweş ên rewşa wan giran divê di asta herî jor de bên meşandin.

Girtiyên li zindanan ji aliyekî li dijî vê siyaseta genî ya bi her awayî îrade û hebûna wan înkar dike li ber xwe didin, ji aliyê din jî li dijî nêzîkatiyên teslîmiyetê têdikoşin.

Di şertên herî giran ên girtîgehê de bêyî ku ji îrade û têkoşîna xwe tawiz bidin xwedî li doza xwe derdikevin. Faşîzma ku di her kêliyê de poşmantiyê li ser wan ferz dike, hebûna wan înkar dike, wan ji mafên wan ên herî bingehîn bêpar dihêle, hewl dide bigihêje armanca xwe.

Di girtîgehan de tevî vê zilmê jî bi hezaran girtiyên doza azadiyê bi îradeyek mezin li ber xwe didin û xwedî li mîrateya ked û têkoşîna şehîdan ên li zindanan hatine avakirin derdikevin. Lê mixabin gelek kesên ku dixwazin vê têkoşîna mafdar û watedar li gorî berjewendiyên xwe bigirin dest jî derdikevin holê. Êşa vê ji êşa zilma ku dewleta tirk a qirker li ser girtiyan dide meşandin girantir û biêştir e.

Pirsa li parêzeran

Beriya niha çendekî li ser medya dijîtal têkildarî girtiyê bi navê Resûl Baltaci ku ev 31 sal in di girtîgehê de ye parvekirinek hebû. Di peyama ku li ser navê Resûl Baltaci hatiye parvekirin de wiha tê gotin: “Resûl Baltaci, ji sala 1992’an ve girtî me. 31 sal in li girtîgehên dewleta tirk rastî gelek êşên mezin û neheqiyan hatim. Ji ber bûyerên ku tu eleqeya min bi wan re nîne cezayê hucreya yekkesî û disîplînê li min birîn. Bi hinceta van cezayan azadiya min tê astengkirin. Gelo parêzerek heye ku karibe doza min bişopîne?”

Bifikirin kesekî ji ber doza gelê xwe 31 salan di girtîgehê de ye bêparezer e. Gelek parezer hene ku ji bo kesên ku tên naskirin biparêzin bi hev re dikevin pêşbirkê. Lê çima bi dehan girtiyên wisa hene ku bêparêzer in û kes li wan xwedî dernakeve. Gelo sedema vê çi ye?

Divê têkoşîn berfireh bibe

Bêguman li dijî zextên dewleta tirk ên li ser girtiyan têkoşîna saziyên hiqûqî heye. Lê divê ev têkoşîn mezin û berfireh bibe. Netenê saziyên hiqûqî herkesên ku îro alîgiriya azadî û mafên mirovan dikin divê xwedî li têkoşîna girtiyên azadiyê derkevin. Divê were zanîn ku ev erka her kesî/ê ye. Divê bi têkoşîn û xebata xwe re em rênedin ku faşîzma AKP-MHP’ê siyaseta înkar û tecrîdê rewa bike, ji rojevê derxe û bide jibîrkirin. Tiştên li girtîgehan diqewim, binpêkirina mafan ên li girtîgehan divê bi gurgilî bi raya giştî re werin parvekirin.