3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

​​​​​​Li Efrînê 12 welatî hatin qetilkirin û 173 hatin revandin

Di 6 mehên pêşîn ên sala 2023’yan de dewleta tirk û komên çete 12 welatî qetilkirin, 173 welatî revandin û 6 avahiyên mêtingeriyê ava kirin

Bi destpêkirina êrîşa dewleta tirk ya di 20’ê Kanûna 2018’an de li dijî Efrînê, yek ji mezintirîn planên guhertina demografîk li dijî şêniyên kantonê û xwezaya wê pêk hat.

Ajansa ANHA’yê raporek der barê bîlançoya sûcên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê yên di 6 mehên pêşîn ên sala 2023’yan de li gor agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye parve kir.

Kuştin û revandin

Sûcên kuştin û revandinê yên dewleta tirk û MÎT’ê li kantona Efrînê hatin pêkanîn:

Li gor Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye di 6 mehên dawîn de 12 welatî hatine qetilkirin ku di şeva Newrozê (20’ê Adarê) ji heman malbatê 4 kes li Cindirêsê hatin qetilkirin.

Her wiha di 6 mehên dawîn de 173 kes bi bihaneyên nerast û bi armanca girtina fîdyeyan li beramber berdana wan, hatin revandin.

Zêdetirî 15 hezar dar hatin birîn

Li gor rêxistinê dewleta tirk ji bo ku mêtingehan ava bike, bi zanebûn daran dibire û dike êzing.

Rêxistinê bi bîr xist ku çeteyên dewleta tirk 15 hezar û 500 darên bermehdar mîna zeytûn, gûz, behîv, fêkî, darên daristanî qut kirine. Her wiha zêdetirî hezar darên din birîne. Zêdetirî 70 hiktar zeviyên genim û ceh şewitandine.

6 mêtıngeh hatin avakirin

Heman rêxistinê piştrast kir ku dewleta tirk di 6 mehên dawîn de amadekariya avakirina 6 mêtingehan kiriye û ev agahî hate bidestxistin:

1-Mêtingeha ‘Ecnadîn Filistîn’

Dewleta tirk di 4’ê Kanûna 2023’yan de mêtingeha ‘Ecnadîn Filistîn’ li navçeya Cindirêsê vekir ku ew avahî jî bi piştgiriya rêxistina ‘Ecnad El Îslam’ ya Filistînî hatiye avakirin û malbatên çeteyên ‘Ehrar El Şam’ di 40 xaniyên wê avahiyê de bi cih bûne.

Erdê ku avahî lê hatiye avakirin di navbera gundên Hemîlkê û Rifetiyê de yên rojhilatê Cindirêsê ye, ku xwediyên wê jî Hesen Mecîd û Murad Menan ên ji gundê Şîtka yê navçeya Mabeta ne. Her du jî bi darê zorê ber bi kantona Şehbayê ve koçber bûne.

2-Mêtingeha ‘El Keramê’ ya Qeterî:

Saziya ‘Xêrxwaziyê’ ya Qeterê di 12’ê Sibata borî de ragihand ku wê projeya avakirina mêtingeha ‘Bajarê El Keramê’ li navçeya Cindirêsê dest pê kiriye. HInceta wê jî ji nû ve avakirina xaneyên ji ber erdheja 6`ê Sibatê xisar dîtine. Lê piştî ku avakirin bi dawî kir, malbatên çeteyan tê de bi cih kirin.

3-‘Gundê Qeterî 2’

Meclisa Xwecih a Efrînê û Desteya Giştî ya Alîkarî û Pêşxistinê (Ensêr) di 4’ê Gulana borî de mêtingeha ‘Gundê Qeterî 2’ li gundê Şadêrê yê navçeya Şêrewa vekir.

4-Çeteyên ‘Sultan Silêman Şah’ mêtingehek li navçeya Mebatayê ava kir û tu agahiyên dîtir li ser nehatin bidestxistin.

5- Komeleya ‘El Eyedî El Beyda’ mêtingeheke din li gundê Şadêrê ava kir.

6- Di çend rojên dawîn de dewleta tirk û çeteyên wê mêtingehek li çiyayê Lêlûn ava kir.

Tecawîzkirin

Her wiha, çavkaniyên ji hundirê kantona Efrîna dagirkirî da zanîn ku çeteyên dewleta tirk di kêmtirî hefteyekê de 2 sûcên tecawîzkirinê li dijî 2 zarokên 10 û 14 salî pêk anîn.

Li kantona Efrîna dagirkirî rewşa ewlehî ya xerab û tevlihev serdest e ku kiryarên dizî, talankirin, çêkirin û qaçaxiya narkotîkê belav in.