9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Fransayê nerazîbûnên li dijî kuştina Nael M. didomin

Di şeva şeşemîn ya nerazîbûnên li Fransayê de nêzî 5 hezar û 300 wesayit, 10 hezar konteynirên sergo hatin şewitandin. Agir bi zêdeyî hezar avahiyan hate xistin. Li ser qereqolên polîsan û jendermeyan 250 êrîş hatin kirin. Zêdeyî 700 endamên hêzên ewlekariyê birîndar bûn.

Wezareta Karên Hundir a Faransayê doh bi daxuyaniyekê aşkere kiribû ku 719 kes di şeva 5’emîn a xwepêşandanan de hatine binçavkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Fransayê ji bo pêşîgirtina li xwepêşandanan 45 hezar polîs û hêzên ewlehiyê li seranserî welêt hatine pêwirdarkirin.  Di roja 5.emîn de hêzên ewlehiyê 719 kes girtine binçavan û 45 polîs û hêzên ewlehiyê di xwepêşandanan de birîndar bûne.

Hêjayî gotinê ye ku di şevên destpêka xwepêşandanan de, di şeva înê de hêzên ewlehiyê 1300 kes li seranserî Fransayê girtibûn bin çavan.

Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanîn der barê bûyerê û xwepêşandanên piştî wê de wiha got:  “Xemgîniya ji ber mirina ciwanê bi navê Nael M. rewa ye lêbelê ev xemgînî ‘aloziyê’ mafdar nake.”

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Tirkiyeyê gelek kesan li ser hesabên xwe yên medya dijîtal van xwepêşandanan şîrove kirin û destnîşan kirin ku mîna Fransayê wê li Tirkiyeyê jî bûyerên bi vî rengî li dijî penaberan biqewimin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der barê parvekirinên bi vî rengî de lêpirsîn dabû destpêkirin. Serdozgeriyê der barê mijarê de daxuyaniyek belav kir û got ku kesên parvekirinên provokatîf bikin wê der barê wan de lêpirsîn bê destpêkirin.

Bûyerê çawa dest pê kir

Nahel M. ê 17 salî li Parîsê bi hinceta ku guh nedaye hişyariya polîsan bi guleyan hat kuştin û piştî wê bûyerê nerazîbûnan dest pê kirin û li gelek bajarên Fransayê belav bûn.

Li gorî daxuyaniya fermî ya Wezareta Karên Hundir, polîsan di 27’ê Hezîranê de li bajarê Nanterreyê xwestibûn ku wesayita 3 kes tê de bûn ji bo kontrola trafîkê bidin sekinandin, lê digel hişyariya “bisekine” wesaît nesekinîbû û polîs wesayitê gulebaran kiribû. Di bûyerê de şofêrê 17 salî hatibû kuştin.

Der barê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û li tevahiya welêt xwepêşandanan dest pê kiribûn, di navbera xwepêşandêr û polîsan de jî pevçûn derketibûn.