27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Raportora NY’ê: Ez ê doza Vetha Aydin ji nêz ve bişopînim

Raportora Taybet a NY’ê Mary Lawlor diyar kir ku dê doza Aydin Yuksel ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin ji nêz ve bişopîne

Danişîna doza endama Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û rêvebera Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Vetha Aydin Yuksel ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin dê sibe bê lidarxistin. Raportora Taybet a Parastina Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Mary Lawlor têkildarî danişîna Aydin li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek parve kir.

Di parvekirina xwe de Lawlor wiha got: “Parastvana mafên mirovan Vetha Aydin dê sibe li Tirkiyeyê bi tawanbariya terorê bê darizandin û ez ê ji nêz ve dozê bişopînim. Heke were girtin, dê bi cezayê hebsê yê 15 salan re rû bi rû bimîne.”

Di heman demê de Lawlor nameya hevpar a di gulana 2021’an de tevî 7 raporên din ên NY’yê ji bo Tirkiyeyê şandine jî parve kir. Di nameyê de fikarên têkildarî girtinên demdirêj ên parastvanên mafan hatibûn vegotin û navên 22 parastvanên mafên mirovan hatibûn rêzkirin. Di nava kesên behsa xeberê de Vetha Aydin Yuksel jî hebû.