9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Di êrîşa Israîlê de 3 filistînî hatin kuştin

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê jî da zanîn ku di saetên destpêkê yên vê sibehê de di encama êrîşên artêşa Israîlê de 3 filistînî hatine kuştin û 13 jî birîndar bûne

Hate ragihandin ku artêşa Israîlê vê sibehê êrîşeke berfireh li dijî baregehên çekdarên filistînî ên li Difa Xerbiye pêk anîn û di encamê de bi kêmanî 3 filistînî hatin kuştin.

Li gorî rojnameya Telegraph a birîtanî, hêzên Israîlê girt ser “navenda fermandariya yekûbyî”ya çekdaran a wargeha penaberan a Cenînê.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di saetên vê sibehê de 3 filistînî hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn û rewşa 3 birîndaran giran e.

Wezaretê diyar kir ku welatiyekî 21 salî ji ber gulebarana hêzên Israîlê li nêzî bajarê Ramallah ê Difa Xerbiye hat kuştin.

Rêveberê Heyva Sor a Filistînê li Cinînê Mehmûd El Sedî ji AFP’ê re got, êrîşên hewayî û bejahî hene û diyar kir ku Îsraîlê mal û baregeh kirine hedef.

Tevgera Cîhada Îslamî jî bi daxuyaniyekê got: “Ji bo bersivdayîna êrîşên Israîlê yên li dijî Cenînê, pêşiya tevahî vebijêrkan vekirî ne.”