7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dîlokê du malbatan 3 kes ji hev kuştin

Li Dîlokê, du malbatan bi çekan li hev da. Di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Li navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê, di saetên serê sibehê de du malbatên ku berê di navbera wan de pirsgirêk hebûn bi çekan şer kirin. Di encama şer de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû. Li gorî agahiyên hatin wergirtin kesên bi navê Şahîn Erşen, Selman Çevîk û Îzzet Karakoç li cihê bûyerê jiyana xwe dest dane û kesekî 23 salî ku navê wî nehat zanîn jî birîndar bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîs çûne cihê bûyerê û cenazeyê her sê kesên jiyana xwe ji dest dan û kesê birîndar rakirin nexweşxaneyê. Piştî bûyerê tîmên girêdayî Emniyeta Dîlokê li herêma bûyerê tevdîrên ewlekariyê girtin.

Di 15’ê hezîranê de li gundê Şedadê yê navçeya Bismil a Amedê jî bi heman rengî di navbera du malbatan de li ser erd şer derketibû û her du malbatan 9 kesan ji hev kuştibû û 3 kes jî birîndar kiribûn.