21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kesê dest dirêjî 45 zarokan kiribû xelat kirin

Asim Sûltanoglû, ku ji ber dest dirêjî 45 zarokan kiribûn û der barê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, ji bo Muduriyeta Perwerdeyê ya Rihayê hat tayînkirin.

Li bajarê Karamanê, di navbera salên 2012- 2015’an de 45 zarokên ku li Şaxa Weqfa Ensarê diman û diçûn Dibistana Îmam Hatîb a Karamanê, bi destdirêjiyê re rû bi rû mabûn. Di 10’ê Nîsana 2019’an de der barê vê êrîşa zayendî ya li dijî 45 zarokan de lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Di lêpirsînê de rastiya bûyera destdirêjiyê û tesbîtkirina cihên lê mayînê nehat kirin û bi hinceta ku kontrolkirin pêwîst nîne lêgerîn nehat kirin. Midûrê Perwerdeya Bajar Asim Sûltanoglû, Midurê Şaxa Saziya Perwerdeya Taybet Ahmet Bayir û Midûrê Komeleya Bajar Omer Sezer jî di bûyerê de hebûn û berpirsyar hatin dîtin.

Di encama lêpirsîna ku hat kirin de der barê Midurê Perwerdeya Bajar Asim Sûltanoglû de lêpirsîn hat destpêkirin lê bêyî ku tiştek were kirin weke muşavîr tayînî Saziya Perwerdeya Neteweyî hat kirin. Her wiha hefteya borî midurê Perwerdeya Rihayê Fevzî Kurt ji kar hat girtin û li cihê wî Asim Sûltanoglû tayînî Midûriyeta Perwerdeya Bajar hat kirin.

Berteka ku mirov dide fikirandin

Ev tayînkirin bû sedema bertekan. Têkildarî bûyerê bertekek ku mirov difikirîne ji aliyê wekîlê berê yê şaredariya bajarê mezin Bîlal Tekatli ve hat nîşandan. Bîlat Tekatli ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bi gotinên: “Riha di burokrasiyê de weke ‘mala îslehê’ tê bikaranîn. Kesên ku cezayê wan hene, ên dixwazin kadroya miduriyê bidin wan, burokratên ku nayên xwestin lê ji aliyê zagonî ve ji neçarî wan peywirdar dikin, tayînî Rihayê tên kirin.”