spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiyeyê ava Firatê ji ser Rojava qut kir

Yekîneya Avê ya Tebqayê, destnîşan kirin ku ji ber Tirktiyeyê ava Çemê Firatê qut kir, 9 stasyonên peydakirina avê ji xizmetê derketine

Yekîneya Avê ya Tebqayê, destnîşan kirin ku ji ber Tirktiyeyê ava Çemê Firatê qut kir, 9 stasyonên peydakirina avê ji xizmetê derketine.

Yekîneya Avê ya Tebqayê û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê têkildarî qutkirina ava Çemê Firatê ku Tirkiyeyê qut kiriye, daxuyanî dan. Hevserokê Yekîneya Avê ya Tebqayê Hemûd Şêx, têkildarî mijarê daxuyanî da. Hemûd Şêx diyar kir ku dewleta tirk avê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke çekekê bi kar tîne û wiha got: “Di encama vê binpêkirina dewleta tirk a dagirker de, rêjeya ava bendav û golan pir kêm bûye. Ji ber van kiriyaran, 4 milyar metrekûp a ava Bendava Tebqayê kêm bûye. Ji ber vê yekê jî 9 stasyonên dayîna avê bi temamî ji xizmetê derketine û kesên ku ji van stasyonan sûd werdigirtin jî bêav mane.”

Herî dawî jî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin ku roleke çalak bilîze, zextê li dewlet tirk bike ku dawî li van sûcên xwe yên şer bîne.