3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Reqayêyî li dijî tecrîdê meşiyan

Şêniyên Reqayê li dijî tecrîdê meşiyan û soza berdewamkirina têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan dan

Şêniyên Reqayê li dijî tecrîdê meşiyan û soza berdewamkirina têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan dan.

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê û gundewarê wê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li dar xist. Endam û rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê meş organîze kirin.

Girse li pêş Nexweşxaneya Zarokan a Reqayê kom bûn. Şêniyan, endamên meclisên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl beşdarî meşê bûn. Meşvanan pankartên “Bi rihê Apocî xwe nû bikin û Cenga azadiyê bi ser bixin” , “Li dijî tecrîd, dagirkerî û îxanetê werin cenga azadiyê” hildan.

Meş li Qada Jinê veguherî mîtîngê. Beşdarên çalakiyê diruşmênên “Bê serokê jiyana nabe” û “Bijî biratiya gelan” berz kirin.

Endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Mihemed Elî daxuyanî xwend û komploya navneteweyî û tecrîda l dijî Ocalan şermezar kir.

Mihemed Elî di daxuyaniyê de destnîşankirin ku tecrîd ne dûrî planên navneteweyî yên li dijî Rojhilata Navîn ên bi armanca parçekirin û dagikeriyên nû pêk tên in. Elî, da zanîn ku siyaseta tecrîdê ya li Îmraliyê dê nikaribe gel dûrî fikrên Ocalan bixe û got: “Hûnê nikaribin roja me tarî bikin. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye.”

Girseyê soza berdewamkirina têkoşîna ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.