2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mîhrîcana Mûnzûrê bi dawî bû

Mîhrîcana Mûnzûrê bi dirûşmeya “Dêrsim dê ji faşîzmê re bibe goristan” bi dawî bû

21’emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya bi dirûşmeya “Em Li Dijî Talana Madenê Xwezayê û Jiyanê Diparêzin” hate lidarxistin bi konsereke li Qada Seyît Riza hate dayîn bi dawî bû.

Hunermend Hasan Alî yê ewilî derket ser dikê, strana ku ji bo şervanekî gimgimî yê dema li Serêkaniyê li dijî DAIŞ’ê şer dikir jiyana xwe ji dest da nivîsîbû got. Dîsa Hasan Alî di salvegera mirina Tigran de hunermend Aram Tigran bi bîr anî û ji bo bîranîna wî strana “Ay Dîlberê” got. Gelek kesan bi wî re stran gotin.

Grûp Mûnzûr a pişt re derket ser dikê jî bertek nîşanî qedexekirina Grûp Yorûm û Grûp Îsyan Ateşî da. Grûp Mûnzûr bi stranên berxwedanê yên gotin re gel coşand. Bi hezaran kesên bi komê re stran gotin dirûşmeya “Dêrsim dê ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin.

Piştî konsera Yilmaz Çelîk Apolas Lermî derket ser dikê. Lermî bi stranên gotin re beşdarvan coşandin. Lermî pişt re Mîkaîl Aslan vexwend ser dikê û bi hev re stranên kirmanckî gotin. Aslan ê beriya gotina stranan axivî wiha got: “Kesên di navbera gelan de pirên hezkirinê çêdikin dê cihê xwe yê di dîrokê de bigirin. Kesên di navbera gelan de dijminatiyê dikin jî dê di dîrokê de winda bibin.”

Pervîn Çakar a pişt re derket ser dikê jî strana Arix got. Piştî axaftina Komîteya Amadekar a Mîhrîcan û Konseran mîhrîcan bi stranên Zeynep Bakşî bi dawî bû.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê