5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji bo çi tecrîd?

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Modernîteya kapîtalîst di çarçoveya hesabên xwe yên li ser Rojhilata Navîn de êrîşên komploya navneteweyî yên 9’ê Cotmeha 1998 û 15’ê Sibata 1999’an bi pêş xist. Li ser vê bingehê di vê pêvajoya 24 salan de tecrîdek ku di dîroka mirovahiyê de tu mînaka wê nîne xistin dewrê. Ev pergala tecrîda girankirî îro jî bi hemû aliyan xwe ve dewam dike

Divê bê zanîn di bingeha tecrîda li Îmraliyê tê meşandin de tirsa hêzên hegemon a ji fikrên Rêber Apo heye. Li dijî êrîşên li ser fikrên Rêber Apo lazime têkoşîn û xebateke bi plankirî li mirovahiyê bên belavkirin

Modernîteya kapîtalîst di çarçoveya hesabên xwe yên li ser Rojhilata Navîn de êrîşên komploya navneteweyî yên 9’ê Cotmeha 1998 û 15’ê Sibata 1999’an bi pêş xist. Li ser vê bingehê di vê pêvajoya 24 salan de tecrîdek ku di dîroka mirovahiyê de tu mînaka wê nîne xistin dewrê. Ev pergala tecrîda girankirî îro jî bi hemû aliyan xwe ve dewam dike. Ev kiryara dermirovî nîşan dide ku bê çiqasî ji hêza fikrî ya Rêber Apo ditirsin. Lewma divê têkoşîna li hemberî vê tecrîdê tê meşandin jî li gorî rastiya fikrên Rêber Apo be.

Pergala şerê taybet bi armanca vala derxistina têkoşîna li hemberî tecrîdê gelek caran der barê Rêber Apo de agahiyên nerast belav kir. Bi taybet dema ku dikevin tengaviyê bi awayekî bêexlaqî û derqanûnî vê yekê dikin. Di vê pêvajoya derbasbûyî de jî bi taybet piştî hilbijartinan xwestin raya giştî bixapînin. Li hemberî van kiyarên desthilata faşîst a AKP-MHP’ê muxalefet jî bêdeng dimîne û li dijî kurdan hev sor dikin. Bêguman ev hemû li ser esasê şerê taybet têne meşandin. Di rastiyê de hewl didin ku ji bo berjewendiyên xwe yên demkî civakê bixapînin. Ji bo vê nirxên herî bingehîn ên mirovahiyê bin pê dikin.

Girtina Yanardag

Rêveberiya faşîst a AKP-MHP’ê li gel tecrîda girankirî ya li Îmraliyê ji her hêlê ve di nava hewldanê krîmînalîzekirina Rêber Apo de ye. Kesên bahsa tecrîde dikin dibin hedefa vê desthilatê faşîst. Mînaka vê ya herî berbiçav me di kesayeta rojnameger-nivîskar Merdan Yanardag dît. Ji ber ku Merdan Yanardag di axaftinek xwe de bahsa pergala Îmraliyê kir, yekser hate girtin û ew avêtin zindanê. Pir aşkera ye ku bi girtina Yanardag peyamê didin gelek aliyên cûda. Bi vî awayî xwestin hemû derdorên hiqûqnas û rewşenbîran bêdeng bikin û li ser vê esasê pergala tecrîda Îmraliyê bidomînin.

Lê, hêzên desthilatdar û dagirker bi vê pergala tecrîda li Îmraliyê dixwazin çi bi dest bixin?

Ev tecrîd li ser têgîna “Doza Kurd” bi pêş dikeve. Hêzên dagirker û kapîtalîst ên ku li ser herêmê xwedî hesabên befireh in bi vê têgînê hewl didin doza kurd terorîze bikin û pêşî doza mafdar a gelekî bigirin. Mirov dikare vê rastiyê di qirkirina çandî ya kurd de jî bibîne. Lewma bi vî awayî ji bo ku qirkirina çandî ya kurd di doza Rêber Apo de neyê dîtin, bi formekî derqanûnî pergala tecrîdê xistin dewrê. Bi vê re dixwazin qirkirina çandî ya li ser kurdan dewam bikin û li Rojhilata Navîn berjewendiyên hêzên hegemon weke sedsalên dawiyê dewam bikin.

Azadiya jinan

Divê bê zanîn ku di pêvajoya netewebûyînê de azadbûyîna jinê gelekî girîng e. Weke Rêber Apo dibêje; “Jina azadbûyî civaka azadbûyî ye. Civaka azadbûyî jî neteweya demokratîk e.” Li Kurdistana roja me ya îro di rastiya civakî de bi saya fikrên Rêber Apo rastiya jinên derketiye holê. Jin piştî bindestiya bi hezaran salan êdî dikare xwedî li hebûn û îradeya xwe derkeve. Hêza jinên azad bi xwe re civak û fikra azad bi pêş dixe. Di van salên dawî de li Tirkiyeyê û bajarên bakurê Kurdistanê bi destên hêzên kontra, polîs, esker, cerdewan û kesên nêzî pergala desthilatdariyê hedefgirtina jinan ne ji xwe ye. Li pişt van êrîşan nerînek, îdeolojîk heye. Bi wateyek din ev êrîş li dijî têgeha jinên azad pêş dikevin. Yanî di bingehê de bi van êrîşan paradîgmaya Rêber Apo ya Neteweya Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinê tê hedef girtin.

Ferd û welatiyê neteweya demokratîk bi qasî azad e, ewqasî jî divê komunal be. Pergala kapîtalîst ji bo pêşî li vê têgehê bigire û li gorî feraseta xwe koleyên modern ava bike bi stratejiyek kûr dide meşandin. Ev stratejî bingeha xwe ji  îdeolojiya lîberal digire. Ev îdeolojî îmajeke wisa çêdike ku mîna ferd di civakê de xwedî azadiyên bêserûbinî ye. Lê rastî bi xwe tiştekî din e, ferdê koleyê kedê yê meyla kara herî zêde pêk tîne, wê vediguherîne sîstema hegemonîk û ev ferd şêweyê koletiya herî bipêşxistî temsîl dike. Hêzên kapîtalîst bi vê îdeolojiya lîberal ji bo berjewendiyên xwe çerxa ku ava kirine, ji komunalbûn û civakbûnê zêdetir takekesiyê derdixin pêş. Ji bo ev pergal têk neçe jî bi hemû derfetên xwe pêşî li nerînên azadiyê digirin.

Pêwistiya bi têkoşînê

Bêguman ev hemû nîşan didin ku pêwîst e li dijî pergala tecrîda li Îmraliyê têkoşîneke bibandor û dewlemendtir bê meşandin. Helbet têkoşîna bingehîn a bê meşandin wê ji bo Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk be. Têkoşîneke wiha wê girêdayî azadî û demokrasiyê jî pêşketinan çêbike. Bêguman wê ev jî li ser azadiya fizîkî ya Rêber Apo bandoreke erênî çêbike. Wê demê lazim e ji hêla îdeolojî, siyasî, civakî û hunerî ve li her qadê bi rêbazên afirînerî li dijî faşîzmê têkoşînek xurt bê meşandin.

Divê bê zanîn di bingeha tecrîda li Îmraliyê tê meşandin de tirsa hêzên hegemon a ji fikrên Rêber Apo heye. Li dijî êrîşên li ser fikrên Rêber Apo lazime têkoşîn û xebateke bi plankirî bi fikrên Rêber Apo li mirovahiyê bên belavkirin. Jixwe îro ji qada navneteweyî hemû derdorên fikrên Rêber Apo xwendine bi heyraniyeke mezin behsa wê dikin. Lewma ji bo ev fikir têkevin pratîkê divê em bawer bikin ku em dikarin bi hêza xwe pergala tecrîdê bişikînin û jiyana azad bi dest bixin.