8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

KESK: Em ê dengê xwe bidin jiyaneke birûmet

KESK’ê helwestê ya hilbijartinê aşkera kir û got ku wê dengên xwe ji bo jiyaneke birûmet û aştiyane bi kar bînin.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), li navenda xwe ya giştî bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya bi sernavê “Belgeya Helwestê ya Hilbijartinê” helwesta xwe ya der barê hilbijartinên 14’ê Gulanê de aşkera kir. Di daxuyaniyê de pankartên  “Na ji rejîma yekzilamî re!” û “Em ê dengê xwe bidin ked, wekhevî, demokrasî, edalet, laîktî û azadiyê!” hatin vekirin.

Di daxuyaniyê de Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk axivî û diyar kir ku dê hilbijartinên pêş, sedsala pêşiya me diyar bikin û wiha got: “Em ê di navbera du vebijêrkan de tercîha xwe bikin. An em ê biryar bidin ku pergala otorîter a civakê difetisîne, bi polîtîkayên sermayeyê re kedkaran xizantir dike û dahatûya me girêdayî biryarên keyfî ya yekzilamî bidome yan jî em ê vê pergalê bi dawî bikin. Kedkarên cemaweriyê baş di ferqê de ne ku ev serdem, ji bo Tirkiyeyê serdemeke diyarker e. Dê bi biryara xwe bandoreke erênî li jinûveavakirina komarê ya li ser esasên demokratîk, wekhevî xwaz, azadîxwaz û laîk bike.”

Rejîma yekzilamî cemaweriyê têk bir

Di berdewamê de Bozgeyîk, ev tişt anî ziman: “Pergala Hikûmetê ya Serokkomariyê bû sedema têkçûna saziyên cemaweriyê, kûrbûna bêhiqûqiyê, xizantiyê û cihêkariyê. Dê kedkarên cemaweriyê di vê hilbijartinê de ji pergala yekzilamî re bibêjin ‘na.’ Dê dengê xwe ji bo avakirina pergaleke parlamenteriyê ya xurt bi kar bînin. Kedkarên cemaweriyê dê dengê xwe ji bo Tirkiyeyeke ku mafên xebatên yên kedkaran di Destûra Bingehîn de hatine parastin bi kar bînin. Di serdema îktîdara AKP’ê de binpêkirina mafên me yên sendîkayî derket lûtkeyê. Kedkarên cemaweriyê terkî xizanî û hejariyê hatin kirin. Mafê grevê bi awayekî pergalî hate paşxistin ku nema dikare bê bikaranîn.”

Wê kedkar dengê xwe bidin jiyaneke mirovane

Herî dawî jî Bozgeyik wiha got: “Kedkarên cemaweriyê dê dengên xwe ji bo jiyaneke mirovane bidin. Qonaxa dawî ya îktîdara AKP’ê bi Rejîma OHAL’ê derbas bû. Bi dehhezaran kedkarên cemaweriyê bi sedema KHK’an ji kar hatin derxistin û hemû mafên wan hatin binpêkirin. Kedkarên cemaweriyê ji bo bidawîkirina vê pergalê û vê bêhiqûqiyê dê dengê xwe bidin. Îktîdara AKP’ê ji destpêkê heta niha hebûna xwe li ser şer ava kir. Daxwaza aştiyê hate cezakirin û polîtîkayên şer hatin pêşxistin. Polîtîkayên wê yên milîtarîst bi xwe re dijminatî pêş xist, rê li ber gelek mirovan vekir, çavkaniyên aboriyê tune kir û gel hîn bêhtir xizan kir. Bi polîtîkaya qeyûman mafê bijartin û hilbijartinê tune hat hesibandin. Kedkarên cemaweriyê dê dengê xwe ji bo jiyaneke birûmet û aştiyane, ji bo çareseriyên bi rêya guftûgo û muzakereyan bi kar bînin.”