21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Tunisê keştiya koçberan noqî avê bû

Li peravên Tunisê keştiyek koçberan noqî avê bû. Di encamê de 5 penaberan jiyana xwe ji dest daye û 25 penaber  jî winda ne. Keştî ji peravên parêzgeha Sefaqis beriya 2 rojan ber bi  Îtalyayê ketibû rê

Berdevkê Foruma Tunisê ya Mafên Aborî û Civakî Remedan Bin Omer diyar kir ku îro cenazeyên 5 penaberan hatine derxistin, 5 kes hatine rizgarkirin û 25 kes jî winda ne.

Keştî ji peravên parêzgeha Sefaqis beriya 2 rojan ber bi peravên Îtalyayê ve bi rê ketibû û tê de 38 penaber hebûn.

Di 13′yê Adarê de nobedarên peravên Îtalyayê da zanîn ku zêdetirî 30 penaberên derqanûnî, piştî keştiya wan noq bû, winda bûne.