2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xeta boriya BOTAŞ’ê kun bû û petrol herikî Çemê Batmanê

Boriya xeta petrola xam a BOTAŞ’ê ku di ser Çemê Batmanê re derbas dibe kun bû û petrol jê rijaya Çemê Batmanê.

Xeta boriya petrola xam a BOTAŞ’ê ku di ser Çemê Batmanê re derbas dibe, duh bi şev kûn bû û petrol li nav eraziyan belav bû û tev li avê bû. Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotammyayê (MA) derbas kiriye, di navbera Bajarokê Giresîra û gundê Mîrzebega de li texma kaneke xîzê boriya petrolê kûn bûye û petrol jê rijiyaye. Ji ber vê yekê vaneyên boriyê hatin girtin.

BOTAŞ’ê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku petrola ku ji boriyê çûye petrola xam e û îdia kir ku xebata wan a paqijiyê dest pê kiriye.

Walîtiya Êlihê jî têkildarî mijarê daxuyanî da û îdia kir ku ekîbên wan dest xebata pêşîlêgirtina rijandina petrolê û paqijiya wê deverê kirine.