17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Wanê xebatên hilbijartinê dest pê kirin

HDP’a Wanê rapora xwe ya 3 mehan eşkere kirin û gotin ku dê li ser 2 hezar û 284 sindoqan peywirdarên hilbijartinê bi cih bikin

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Wanê rapora xwe ya 3 mehan eşkere kirin. Daxuyanî li avahiya partiyê hate dayîn û têkildarî erdheja Mereşê, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, Newroz û xebatên hilbijartinê agahî hatin parvekirin. Hevseroka HDP’a Wanê Handan Karakoyun bal kişand ser piştevaniya bi mexdûrên erhejê re û spasiya gel kir.

‘Em ê bi navê Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê’

Hevserokê HDP’a Wanê Fîkret Dogan jî diyar kir ku ji bo hilbijartinan 52 roj mane û wan dest bi xebatan kiriye. Dogan, da zanîn ku armanca wan ew e ku di hilbijartina parlamenteran de serkeftineke baş bi dest bixin û wiha got: “Me destpêka xebateke baş, bi heman berê da destpêkirin. Di halê hazir de endamên me yên lijneya sindoqan, muşahit, endamên Lijneya Bilind a Hilbijartinê hatine diyarkirin û ji bo perwerdeyên pêwîst amadekarî hatine kirin. Serkeftina vê hilbijartinê tenê bi hejmara parlamenteran re bisînor nîne. Li gel vê; her wiha afirandina bingeha rêxistiniyê û pergaleke xurt a parlamenteriyê ji çend armancên me yên esasî ye. Ev armanc, ji bo pêvajoya avakirina nû girîng in. Ji bo valaderxistina xefika doza girtinê ya rejîma AKP-MHP’ê û Dadgeha Destûra Bingehîn û parastina vîna gelê xwe, em ê bi navê Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê. Li dijî êrişên derhiqûqî yên li dijî vîna gelê me, em ê li ser sindoqan bersiveke dîrokî bidin wan.”

‘Xwedî li sindoqan derkevin’

Bi domdarî Dogan got ku li Wanê li 764 dibistanên li 693 taxan bi giştî 2 hezar û 284 sindoq hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê li ser temamiya sindoqan peywirdarên hilbijartinê bi cih bikin. Heta niha 5 hezar peywirdarên me yên sindoqan ên fermî hene û li gel wan em ê bi 5 hezar dilxwazan jî li qadan bin. Banga me ji bo gelê me ew e ku xwedî li sindoqan derkevin û agahiyên navnîşanên xwe kontrol bikin. Em ê xwe bidin ber her cureyên êrişên li ser vîna gelê me û hesabê ji kesên di xespkirina qeyûman de israr dikin bipirsin. Ji ber ku em di meha Remezanê de ne, xebatên me dê piştî fitareyê dest pê bikin.”