2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Keskîn: Hê jî Plana Îslehatê di dewrê de ye

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, diyar kir ku di pirsgirêka kurd û Kurdistanê de hê jî Plana Îslehatê ya sala 1925’an di dewrê de ye û tu tişt neguheriye.

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, li Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) ya Stenbolê ya li navçeya Beyoglû, 19’emîn Lijneya xwe ya Giştî li dar xist. Di lijneyê de dovîzên “Tecrîd dikuje, têkoşîn dide jiyîn”, “Civaka sivîl nayê bêdengkirin” û “Hemû kes cuda ye hemû kes wekhev e” hatin daliqandin. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn, Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû û gelek parastvanên mafên mirovan tev li lijneyê bûn.

Lijne, bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo kesên di têkoşîna mafên mirovan de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Destpêkê Hevseroka Giştî ya Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî di lijneyê de axivî. Yolerî, helwesta îktîdarê ya li dijî parastvanên mafan rexne kir û got ku îktîdar hewl dide van zextan weke tiştekî “asayî” bide qebûlkirin. Yolerî, diyar kir ku îktîdar ji sala 2015’an heta niha tu hiqûqan nas nake û ji wê dîrokê heta niha jî welat bi rêya Rewşa Awarte bi rê ve dibe.

Piştî Yolerî Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn jî axivî û diyar kir ku bîrdoziya damezirandinê ya dewletê li wan tê ferzkirin û bi van gotinan bal kişand ser tifaqên di pêvajoya hilbijartinê de hatin avakirin û encamên hilbijartinê: “Dema we xwe da gel derdorên ku îdeolojiya damezirandinê ya dewletê diparêzin, wê demê hûn nikarin hêviyekî biafirînin. Ji ber ku ev dewlet naguhere. Ev dewlete, berhema zîhniyeta îttîhat terakî kî ye ku qirkirin pêk anîne. Di pirsgirêka Kurd û Kurdistanê de em hêj jî Plana Islehkirina Şerqê ya sala 1925’an dijîn. Tu tiştek neguherî. Lewma ez dixwazim her tim vî tiştî bibêjim; nîqaşên tenê li ser pergala ku Tayyîp Erdogan dixwaze ava bike tên kirin xelet in. Dewletê bi me didin jibîrkirin. Dewlet her tim xerab bû û niha hêj xerabtir e. Divê em xwe bêhêvî nekin. Ji ber ku em her tim li dijî vê dewletê têkoşiyan. Em dizanin ku ÎHD’ê rolekî mezin li xwe girtiye. Ji roja hatiye avakirin heta niha ÎHD her tim li dijî îdeolojiya fermî sekinî. Li ser vê erdnîgariyê cara ewil Şaxa ÎHD’a Stenbolê banga ‘şahidê Qirkirina 1915’an efûyê bixwaze’ kir. Îro li ser bîrdariya qirkirinê ya li Erîwanê navê me hatiye nivîsandin. Ev yek ji bo me rûmet e.”

Piştre jî raporên xebatên du salan ên Şaxa ÎHD’a Stenbolê ji hêla endama ÎHD’ê Hatîce Korkmaz ve hate xwendin. Piştre Gulseren Yolerî, Oya Ersoy Ataman, Semîra Yilmaz Bîlgîn, Zehra Yilmaz, Hanim Tosun, Leman Yurtsever û Mehmet Acettîn weke endamên esîl ên Lijneya Şaxa ÎHD’a Stenbolê hatin hilbijartin.

Şaxa ÎHD’a Stenbolê, da zanîn ku dê navê serokê/a nû sibe bê ragihandin.