6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Êrîş jî têkoşîn jî pir alî ne’

Parlamentera HDP’ê Adalet Kaya, diyar kir ku hikumeta AKP-MHP’ê olê ji bo êrîşên li ser jinan bi kar tîne û ev tişt got: “Desthilat vê yekê niha bi cematên cuda dide.

Ji dîroka heta roja me jin di her qadên jiyanê de bûne hedefa pergalên mêrperest. Bi avakirina netewdewletan êrîş û tunehesibandinên li ser jinan bi awayekî pergalî pêş ketine. Li Tirkiyeyê jî heman rewş derbasdar e lê di nav 20 salên dawî de ev êrîş ji aliyê hikumeta AKP’ê ve bi awyeke sistematik tên kirin.

Em der barê êrîşên li ser jinan bi parlementera Partiya Çepên Kesk a Amedê Adalet Kaya re axivîn.

Adalet Kaya di destpêka axaftina xwe de got ku hemû êrîşên li dijî jinan polîtîk û sîstematîk in û ev tişt anî ziman: “Em ji têkoşîna ku jin ji duh heta îro didin meşandin zanin ku êrîşên pêk tên sistematîk in. Dema em li erdnîgariya ku lê dijîn dinêrin dibînin ku tîfaqên tên avakirin bi hişmendiya mêrane tên avakirin. Ev tifaq motîvasyona xwe ya sereke ji neyartî û faşîzmê digirin. Muzakere û protokol li ser esasê êrîşên mafên jinan, mudaxeleyê şêwaza jiyana jinan û destkeftiyên jinan hatin meşandin û îro ev kes di parlementoya ku hat avakirin de cihê xwe girtin. Helbet ev ji bo me ne tiştekî nû ye. Ji ber vê yekê em têkoşîna xwe li dijî kiryarên van kesan xurtir dikin. Dema em ji vî aliyê ve lê dinêrin, tenê riyek li pêşiya me heye ew jî xurtkirina têkoşînê ye. Li hemberî têkoşîna jinan desthilata AKP-MHP’ê bi HUDA-PAR û Partiya Yenîden Refahê tifaqa xwe berfirehtir kir. Em baş dizanin ku HUDA-PAR ji paşeroja xwe hêza xwe digire û hewl dide bi referansên olî civakê manîpule bike û li ser civakê bandor bike.”

Hişmendiya wan yek e

Kaya da zanîn ku hikumeta AKP-MHP’ê bi salan e olê ji bo êrîşê jiyana jinan bike bi kar tîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdar vê yekê bi cematên cuda dide dewam kirin. Berê FETO bû, niha cemaatên cuda ne. Bi taybet em jin vê hişmendiyê ji nêz ve nas dikin. Ew jenosîda bi piştgiriya vê desthilatdariyê ji aliye DAIŞ’ê ve li ser êzidiyan pêk hat jî encama vê hişmendiyê ye. Kesên ku êzidiyên jin li kolanan firotin jî endamên vê polîtîkayê bûn. Lê hemû cîhanê jî dît ku li dijî vê hişmediyê li Rojava şoreşa jinan pêk hat û ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê jî bû mînak.”

‘Têkoşîn pir alî ye’

Adalet Kaya di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinên kurd û wiha got: “Îro jinên kurd ne tenê li dijî êrîşên ku dîn weke amûr tê bikaranîn û jinan di nav malan de heps dike, têdikoşin. Her wiha ji bo nasnameya xwe jî têdikoşin. Ev jî têkoşîna me ya aştî, ked û demokrasiyê ye. Têkoşîna hiqûq û edaletê ye. Ji ber vê yekê têkoşîna jinên kurd têkoşîneke pir alî ye. Bi taybetî li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bingeha têkoşîna jinan têkoşîna jinên kurd e. Ji ber vê yekê, desthilatiya heyî li hemberî têkoşîna jinan a ku her roj bilintir dibe êrîşên xwe zêdetir dike. Ji bo têkoşîna jinan bitepisîne û jinan asteng bike, li dijî sazî, rêxistin, destkeftî, mafên wan ên rewa û peymanên navneteweyî yên jinan operasyonan  dike. Peymana Stenbolê betal kirin niha jî êrîşê qanûna 6284’an dikin. Îro çawa têkoşîna jinan di bin sernavên cuda de bi awayekî piralî tê meşandin desthilatî jî ji bo van têkoşînan têk bibe piralî êrîş dike. Em vê weke polîtîkayên zayendperest weke qirkirina jinan pênase dikin. Bi taybetî di warê tevgera jinên kurd de ez dikarim bibêjim ku bi dehan salan ev hemû êrîş ji bo qirkirina civakî di şexsê jinan de tê kirin.”

Têkoşîna jinan dibe hedef

Parlementera Partiya Çepên Kesk Adalet Kaya got ku di bingeha êrîşên li ser jinan de hegemonyaya meran a hezar salan heye û wiha axivî: “Weke ku min got êrîşa li ser jinan encama hegemonyaya mêran a hezar salan e û helbet êrîşeke faşîst, mîlîtarîst, nîjadperest, olî û bîrdozî jî heye. Armanc afirandina hegemonyayeke îdeolojîk a dîzaynkirina civakê ye. Îro îdeolojiya azadiya jinan li hemberî vê yekê disekine. Ji ber ku her roj têkoşîn bilindtir dibe, vê yekê zêdetir dike hedef. Naxwazin jin xwe bi rêxistin bikin. Dixwazin ku jin tenê di nav malan de ji meran re xizmetê bikin. Dema em lê dinêrin, beriya erdhejê hikumeta AKP-MHP’ê ji bo guhertina makeqanûnê pêşnûmeyek amade kir. Di pêşnûmeya qanûnê de ji bo guhertinê tenê di xalekê der barê malbatê de û xaleke jî der barê mijara cil û bergan de hat pêşniyarkirin. Di mijara cil û bergan de dixwazin hin sînoran deynin û civakê ji hev cihê bikin û bi vê cihêkirinê jî hebûna xwe dewam bikin. Lê li dijî vê hewldanê têkoşîna jinan heye. Em baş zanin ku ev têkoşîn tenê li parlementoyê pêş nakeve.”

‘Pêwistî bi xurtkirina têkiliyan heye’

Kaya da zanîn ku têkoşîna jinan hêza xwe ji kolanan digire û wiha got: “Li hemberî asîmîlasyona ku ji aliyê cemaet û qursên Qur’anê ve tê kirin, wê îdeolojiya me ji nava civakê xwe bi rêxistin bike û xwe bigihîne her qadên civakê. Li hemberî hemû operasyonan jî têkoşîna jinan riya xwe dîtiye û têkiliya xwe bi civakê re xurttir kiriye. Divê bê zanîn ku her jinek ku em pê re têkilî daynin tê wateya jiyanekê. Ji ber vê yekê xurtkirina rêxistina herêmî pir girîng e. Mebesta min ew e ku em têkiliyên xwe xurttir bikin û tecrubeyên xwe bi hev re parve bikin. Di pêvajoya hilbijartinê de min ji her jineke ku pê re têkilî daynim fêrê tiştek bûm. Ji bo vê yekê jî dibêm pêwîstî bi xurtkirina têkiliyan heye.”

‘Têkoşîn dê dewam bike’

Adalet Kaya bal kişand ser tîfaqa di navbera AKP-MHP û HUDA-PAR’ê de û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tîfaqa ku bi HUDA-PAR’ê re hatiye kirin di esasê xwe de li ser dijminahiya jinan û kurdan hatiye avakirin. Ji ber ku HUDA-PAR piyonek e ku dê xizmetê ji polîtîkayên li dijî kurd û jinan re dike. Hewl tê dayîn ku ew êrîşên di salên 90’an de li dijî demokrasî, aştî, ekolojî û azadiyê pêk dihatin bi HUDA-PAR’ê bidin dewamkirin. Lê ez ne bawer im ku karibin vê yekê pêk bînin. Ji ber ku em zanin êdî civak li dijî vê hişmendiyê heta asteke gihiştiye zanebûneke. Lê wê bixwazin ji meclisê hin qanûnan derbas bikin. Di vir de jî jinên femînîst û jinên kurd çawa 20 sal in li dijî vê hikumetê têkoşiyan dê ji vê pê ve jî têkoşîna xwe xurttir bikin.