4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Amedê 2 hezar û 155 avahî hatine valakirin

Endamê TMMOB’ê yê Amedê Mahsûm Korkmaz der barê erdheja qewimî de got ku sal berê rayedarên dewletê hişyar kiribûn û ji ber xemsariya dewletê 2 hezar û 155 avahî ji ber erdhejê xesar dîtine.

Erdheja ku di 6’ê sibatê de navenda wê Mereşê bû pêk hatibû xisareke mezin dabû 10 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Ji ber ku desthilata AKP-MHP’ê hişyariyên pisporan paşguh kiribûn û tevdîr negirtibûn bi sedhezaran welatî dibin kavilan de man. Ji ber dewlet bi rojan neçû bajarên ji ber erdhejê wêran bibûn, herî kêm 50 hezar mirov ji ber tî û birçî man û sermayê jiyana xwe ji dest dan. Hîn jî li gelek deveran xetereya erdhejê didome.

Ji wan cihên ku erdhej lê qewimî bû yek jî Amed bû. Li Amedê 7 avahî hilweşiyan, 409 kesan jiyana xwe ji dest da û 907 kes jî bi bîrindarî ji bin kavilan hatin derxistin. Li gorî lêkolînên TMMOB’a Amedê 2 hezar û 155 avahî ji ber erdhejê xisar dîtine. Herî zêde jî avahiyên kevn xisar dîtine û gelek ji wan hatine valakirin. Ji ber ku şaredariyên Amedê û saziyên dewletê tevdîr negirtine, avahiyên valakirî ji bo welatiyên derdorê xeternak in. Hê jî ne şaredarî û ne jî saziyên dewletê ji bo ku pêşiya vê xetereyê bigirin neketine nav hewldanan.

Endamê Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) a Amedê Mahsûn Korkmaz der barê van kiryarên şaredariyan û rewşa heyî de agahî da rojnameya me. Korkmaz diyar kir ku avahiyên ku ji xeynî plana îmarê tên avakirin, piraniya wan qaçax in û wiha got: “Avahiyên ku ji nû ve bên avakirin divê li gorî plansaziya îmarê ku destûra çend qatan hatiye dayîn bên çêkirin. Lê mixabin li gorî vê tevnagerin û qatên zêde lê dikin. Ev jî rê li ber bilindbûna avahiyan vedike û xeteriya hilweşînê bi xwe re tîne. Yanî di plansaziya îmarê de çend qat çêbikin ji xwe dibêje. Beriya avahiyên nû bên lêkirin, divê etuta projeya erdê baş bikin û statîka wê li gorî Giştînameya Erdhejê bên çêkirin. Avahiyên ku di erdhejê de xira bûne tevahî avahiyên qaçax bûn. Ruhsata wan a îskanê tune bûn. Hinek ji wan jî ruhsatênwan ên çêkirinê jî tune bûn. Yanî xizmeta endezyarî ne standine tu projeya çêkirinê tune ye. Beriya ku avahiyê lêdikin divê erda wê were lêkolînkirin û heke ji bo lêkirinê guncav be divê were lêkirin. Lê ev yek nehatiye kirin û rasterast dest bi lêkirina avahiyê kirine. Divê were zanîn ku avahiyên ku xizmeta endezyarî standine, hatine kontrolkirin û ruhsata wan hebe, ew bi ewle ne. Divê di vî alî de her kes baldar bin.”

Gelek avahî emrê xwe tije kirine

Korkmaz bal kişand ser navçeyên Amedê yên di erdhejê de xisar dîtine û got ku bi hejmareke zêde şêniyên bajêr hatine mexdûrkirin û wiha pêde çû: “Avahiyên ku di erdhejê de xisar dîtine bi lezgînî divê bên valakirin. Tu kes li wan avahiyan nemîne. Lê mixabin xaniyên ku di erdhejê de xisar nedîtibin jî em nikarin bêjin bi ewle ne. Li bajarê me avahiyên ku emrê xwe tijî kirine gelek hene. Şaredarî û Walîtî daxwazên mexdûrên erdhejê dikaribûn ji wan re cih peyda bikirina. Ew xaniyên ku li navçeya Sûrê çêkirine piraniya wan vala ne. Gelê me yê ku niha li derve mane divê li Sûrê bêne bicihkirin. Lê mixabin guhê xwe ji vê re girtine.”

‘Ne karesatê, dewletê kuşt’

Kormaz daxuyand ku Amedê li ser xeta fayê ya erdhejê ye û xwest ku ji niha de tevdîrên wê bên girtin û wiha domand: “Du sal beriya niha ji bo erdhejê ev hişyarî kiribû; bajarê me ji erdhejê re ne amade ye, avahiyên bajêr ji aliyê ewlehiyê ve ne saxlem in. Li ser xeta fayê bajar hatiye avakirin. Lê guh nedan me û nedan pisporan. Di şaşîtiya xwe de israr kirin. Ne erdhejê mirov kuşt, xemsariya dewletê gelek kes di bin kavilan hişt û kuşt. Ji ber polîtîkayên şaş û derxistin efûya avahiyên qaçax ev karesat pêk hat.”

Korkmaz daxuyand ku plansaziya şaredariyê ji bo avahiyên kevin tune ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo plansaziya bajêr pêşniyarên me çêbûn lê mixabin pêşniyarên me hatin paşguhkirin. Li ser vê yekê tu bersiv nedan me. Di ser de jî avahiyên qaçax bi awayekî vekirî çêdikin û şaredarî jî ji nedîtî ve hat. Di mejiyê wan de berjewendî li pêş e. Ji bo berjewendiyên xwe gelek kiryarên nebaş kirine û dikin.”