6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Lubnanê dozvekirina li komplogeran hatiye nîqaşkirin

Nivîskar û Rojnameger Şiyar Zaxo, diyar kir ku di konferansa Lubnanê de li ser tecrîda li dijî Abdullah Ocalan û fikr û felsefeya wî rawestiyane û dozvekirina li welatên komploger nîqaş kirine.

Li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê, ji aliyê desthilata AKP-MHP’ê ve li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş tecrîdeke giran bi israr tê meşandin. Tevî hemû çalakiyên tên lidarxistin û serlêdanên hiqûqî yên ji aliyê gelê kurd û tevger û rêxistinên kurdan ve tên kirin jî desthilata AKP-MHP’ê terka polîtîkaya tecrîdê nake. Ji ber vê nêzikbûna desthilatê êdî tecrîd bûye mijareke navdewletî. Li gelek welatên Ewropa û Rojhilata Navîn der barê tecrîdê de çalakî tên lidarxistin û xebat tên kirin.

Di vê çarçoveyê de herî dawî Kongreya Federal a Daîmî ya Lubnanê bi hevkariya Komeleya Newroz a Çandê, Platforma Rojhilat a Pirrengî, Demokrattia Novus Orao Seclorum û RESILIENT BEIRUT, di navbera 13-14’ê hezîranê de li paytexta Lubnan Beyrûtê, bi navê “Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk, riya ber bi aştiyê ve” konferansek li dar xist. Di konferansa ku ji rojava, bakur û başûrê Kurdistanê û welatên Rojhilata Navîn gelek gelek kes tev li bûn de li ser tecrîda Îmraliyê hat rawestandin û ji bo rakirna tecrîdê peşniyar hatin kirin.

Sedema tercîhkirina Lubnanê

Nivîskar û Rojnameger Şiyar Zaxo ku ji Misrê tev li konferansê bû, ji rojnameya me re axivî û têkildarî nîqaşên di konferansê de hatin kirin agahî dan. Şiyar Zaxo, ji bo tercîhkirina lidarxistina konferansê ya li Lubnanê ev tişt got: “Taybetmendiya lidarxistina konferansê ya li Lubnanê naskirina wê ya li nav welatên ereb e. Lubnan cihê ku însan dîkare bi awayekî azad nêrînên xwe bîne ziman û tiştên di hundirê xwe de azad derxe derve. Ev taybetmendiyeke Lubnanê ya nav hemû welatên ereban e. Sedemeke din a tercîhkirina Lubnanê mayîna Abdullah Ocalan a lêye. Demeke pir dirêj di salên 80’ê de bi hezaran kes li vir perwerdehî dîtin û di her aliyan de hatin amadekirin û ji bo têkoşînê hatin hazirkirin. Ji vir derketin û ber bi qada welat ve çûn. Çiqasî di nava gelên Lubnanê de nakokî hebin jî dema navê Abdullah Ocalan tê gotin dikare wan kom bike. Ji ber vê yekê ev qad ji bo konferansê hat hilbijartin.”

Beşdarên konferansê

Zaxo, destnîşan kir ku saziyên kar û barê vê konferansê girtin ser xwe bêhtir saziyên lubnanî bûne û wiha got: “4-5 saziyên ku hemû pêkhateyên Lublanê temsîl dikin ev bar girtin ser milên xwe. Hemû xebatên konferansê wan meşand. Ji dîtina cih heta anîna mêvanan, bicihkirina mêvanan û pêkanîna konferansê hemû xebat meşandin. Beşdarên konferansê bêhtir lubnanî bûn. Ji ber ku ev hemû sazî demek dirêj e bi doza kurdî re mijûl dibin, dişopînin û ji nêz ve nas dikin. Li ser vê esasê ev saha hate hilbijartin û konferans li vir 2 rojan dewam kir.”

Ji bo kesên beşdarî konferansê bûn jî Zaxo, agahî da ku nêzî 200 kes tev li konferansê bûn û ev tişt anîn ziman: “Ji dewletên ereban û Kurdistanê gelek kes beşdarî konferansê bûn. Ji Iraqê, başûrê Kurdistanê, Sûriyeyê, Rojava, Urdunê, Filistîn, Misr, Tunis û ji welatên Ewropayê jî kes beşdar bûn. Nûnerên Başûrê Afrîkayê jî beşdarî konferansê bûn. Ji van dewletan re vexwendname hatin şandin û hemû dewlet li gorî derfetên xwe nûnerên xwe şandin konferansê.”

Zaxo, bi lêv kir di konferansê de tecrîda li ser Ocalan bi hemû aliyan ve hatiye nîqaşkirin û wiha pêde çû: “Tecrîd ji alîyê qanûnî ve hate nîqaşkirin. Di aliyê siyasî de jî hat nîqaşkirin. Kesên ku beşdarî vê konferansê bûn hemû qanûnnas ango parêzer bûn. Di vî warî de gelek nîqaş hatin kirin. Di nîqaşan de hat gotin ku girtina Abdullah Ocalan ne qanûnî ye û li dijî qanûnên navdewletî ye. Li ser vê esasê beş bi beş nîqaş hatin kirin.”

Helwesta dewletan

Di berdewama axaftina xwe de Zaxo, destnîşan kir ku helwesta dewletan a di komploya li dijî Ocalan de jî nîqaş kirine û der barê mijarê de ev tişt gotin: “Mirov çawa dikare der barê van dewletan de dozê veke nîqaş hatin kirin. Ji bo Yewnanistanê; çima Ocalan ji wir derxist em dikarin çawa dozê lê vekin. Çima Rûsya Ocalan ji cem xwe derxist û em dikarin çawa dozê li wan vekin. Doz çawa li Îtalya û Kenyayê were vekirin hatin nîqaşkirin. Kenya bi çi heqî hişt ku hêzên navdewletî bi taybetî Amerîka û Îsraîl Ocalan ji wir birevînin û radestî Tirkiyeyê bikin. Ji bo azadiya Ocalan bê nîqaşkirin divê hemû doz bigihîjin astekê.”

Zaxo, bi lêv kir ku parêzerên Ocalan bixwe jî tev li konferansê bûne û agahiyên li ber destê xwe bi beşdarên konferansê re parve kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda li Îmraliyê di bin çi navî de be jî bêhiqûqî ye. Di qanûnên dinyayê de tiştekî wiha nîn e. Lê ji ber ku siyaset ew qanûn dide meşandin Ewropa û hemû dewletên herêmê bê deng dimînin. Beşdarên konferansê nîqaşên cuda bi parêzerên Ocalan re kirin û der barê mijarê de hatin agahdarkirin. Dozên ku heta niha hatine meşandin û ji bo rakirina tecrîdê danûstandin kirin. Parêzeran di vî alî de nêrîn jî beşdaran xwestin. Di encamê de parêzeran biryar da ku bi hev re wekî komîteyekê tevbigerin û her yek ji aliyê xwe ve karekî bike da ku bikaribin tecrîdê bibin saziyên navneteweyî û cihên têkildar. Armanc ew e ku bi xebateke hevpar tecrîda li ser Ocalan were rakirin û ji bo azadkirina wî xebat bên kirin.”

Wê îmze kom bikin

Der barê hewldanên parêzerên beşdarê konferansê bûn ên ji bo rakirina tecrîdê de jî Zaxo, ev agahî dan: “Hat xwestin ku parêzerên tev li konferansê bûne li welatê lê ne careke din bi navê xwe û navê hevalên xwe îmze kom bikin û ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re bişînin. Di îmzeyên xwe destnîşan de bikin ku ew weke parêzerên ereb dixwazin parastina Ocalan bikin. Bi vî awayî di hêla qanûnî de zextê li dewleta tirk bikin ku paşde gav biavêje. Her wiha li her dewletî parêzer serî li Xaça Sor bidin.”

Zaxo, da zanîn k udi konferansê de biryar hatiye girtin ku ji bo ragihandinê komîteyeke çapameniyê bê avakirin ku zextên li Îmraliyê ne tenê bi zimanê kurdî û tirkî di heman demê de bi zimanên îngîlîz, fransî, spanî û erebî ji dinyayê re ragihîne û ev tişt got: “Ji ber vê kêmasiyê gelek mirovên ereb û mirovên ji neteweyên din hene ku haya wan ji tecrîdê nîn e. Ji bo rakirina tecrîdê divê xebatek bê kirin ku her kes bi tecrîdê bihese û zextê li Tirkiyeyê bike. Her wiha hat pêşniyarkirin ku ji bo birêvebirina civîn, çalakî û semînerên ku li welatên cuda ji bo tecrîdê bên lidarxistin komîteyek bê avakirin. Ev komîte divê Tirkiyeyê teşhîr bike û rastiyên wê derbixe holê.”

Fikr û felseya Ocalan

Di axaftina xwe de Zaxo, destnîşan kir ku di konferansê de hatiye pêşniyarkirin ku ji bo pêkanîna nêrînên ku di konferansê de li ser wan hatiye sekinandin komîteyek bê avakirin û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Konferansê du rojan dewam kir û ji bilî mijara tecrîdê, li ser girîngiya fikr û felseya Ocalan û danasîna wî jî hat sekinandin. Bê guman xwedîderketina di milê siyasî û qanûnî de ya Ocalan girîng e lê xwedîderketina milê fikrî û belavkirina felsefeya Ocalan jî dikeve xizmeta rakirin û kêmkirina tecrîdê. Li ser şoreşa fikrî û ehlaqî û neteweya demokratik; soreşa jinan hat sekinandin. Konfederasyona Demokratîk a Rojhilata Navîn jî yek ji mijara konferansê bû. Li ser çawaniya pratîkkirina vê meselê nîqaş hatin kirin. Li ser krîzên li Rojhilata Navîn û çareseriya wan jî nîqaş hatin kirin.”