13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji ber çêkirina nûçeyekê 7 salan di girtîgehê de ma

Rojnameger Abdulkadîr Turay diyar kir ku ji ber hevdîtinên telefonê yên bi çavkaniyên xwe yên nûçeyan re kirin, hatiye girtin û wiha got: “Ji ber nûçeyekê 9 salan di girtîgehê de mam.”

Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatibû girtin. 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal ceza da nûçegihanê DÎHA’yê Abdulkadîr Turay û di 9’ê gulana 2016’an de hate girtin. Abdulkadîr Turay 7 salan di girtîgehê de maye, di 14’ê hezîranê de hatiye berdan. Turay, di adara 2023’yan de înfaza xwe temam kiribû lê ji ber ku înfaza wî hate taloqkirin, 3 mehan dereng ji girtîgehê derket.

7 salan girtî ma

Di pêvajoya girtîgehê de Turay pêşî li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê hate ragirtin û piştre jî sewqî Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê hate kirin. Turay, têkildarî pêvajoya girtinê û girtîgehê ji nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal re axivî.  Turay, da zanîn ku di sala 2016’an de ji ber nûçeyê hatiye girtin û wiha got: “Bi sedema hevdîtinên min ên li ser telefonê bi çavkaniyên nûçeyan re û agahiyên min ji wan girtin hatim girtin. Ji ber nûçeyekê, 9 salan girtî mam. 7 sal piştre hatim berdan.”

‘Li girtîgehan jî berxwedan didome’

Bi domdarî Turay anî ziman ku di nava 7 salan de tu tiştekî nekariye xwe li ber fikra azad û îradeya azad bigire û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min di nava van 7 salan de dît ku dema min rojnamegerî jî dikir, tu tiştek nikare xwe li pêşiya fikr û îradeya azad bigire. Heta hesinên girtîgehê jî li hemberî fikr û îradeya azad ditewin. Em jî parçeyekî vî gelî ne û weke endamekî Çapemeniya Azad 7 salan têkoşiyam. Bi gotar û nivîsên xwe me hewl da tiştên diqewimin bi raya giştî re parve bikin. Her der cihê berxwedanê ye û her der cihê azadiyê ye. Dibe ku bi awayekî fîzîkî em xistibin nava çar dîwaran lê dema ku mirov xwedî îradeyeke azad be, mirov vê zextê dişikîne. Ev berxwedan li girtîgehan jî be didome. Ev gel têdikoşe. Dê têkoşîna min jî bidome. Ez bi serfirazî ji girtîgehê derketim û dê ji vir û şûnde jî bi gelê xwe re têkoşîna xwe bidomînim. Li hemberî xeletî û tiştên neyînî em ê bibin dengê gel.”

Girtiyên nexweş

Turay, bal kişand ser binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş tên kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di nava van 7 salan de me li girtîgehê gelek tişt dîtin. Ez bûm şahidê zextên li ser girtîgahn. Girtiyên nexweş ên rewşa wan giran hene. Divê ew bên berdan. ATK’ê ji bo hinek girtiyan rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ da ye. Tevî vê yekê jî nayên berdan. Nayên tedawîkirin. Ev kes nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin lê nayên berdan. Polîtîkayekî bi vî rengî dimeşînin. Girtiyên nexweş li girtîgehê di girtîgeheke din de ne. Dermanên wan nayên dayîn, nayên sewqkirin. Temenê wan di navbera 65-70 ye. Nikarin pêdiviyên xwe bicih bînin. Hinek jê felc bûne. Min bi xwe dît, hinek jê astengdar in. Nikarin di girtîgehê de bijîn. Lewma divê girtiyên nexweş her tim di rojevê de bin. Divê ev kes tavilê werin berdan. Banga min ji bo Komeleya Mafên Mirovan, rêxistinên civaka sivîl û her kesî ye ku bibin dengê wan. Divê ev kes tavilê bên berdan.”