28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye li ser maseya NATO’yê bazara kurdan didomîne

Rojnameger Mûsa Ozûgûrlû diyar kir ku Tirkiyeyê di mijara endamtiya Swêdê ya NATO'yê de nekarî encamên dixwest bi dest bixe û Tirkiye niha di krîzê de ye.

“Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî” ku li gorî “peymana sêalî” ya ku nûnerên welatên di çarçoveya serlêdana endamtiya Swêd û Fînlandiyayê ya NATO’yê de îmze kiribûn, hat avakirin, herî dawî li Enqereyê civîna xwe ya çaremîn li dar xist. Di civîna ku li Beştepeyê hat lidarxistin de gelek mijar hatin gotûbêjkirin. Yek ji wan mijaran jî radestkirina siyasetmedarên kurd ên li Swêdê ne ku li Tirkiyeyê der barê wan de doz hatine vekirin.

Rojnameger Mûsa Ozûgûrlû geşedanên pêvajoya endamtiya NATO’yê ya Swêdê ku ji ber muzakereyên nerazîbûna Tirkiye û Macaristanê veguherî krîzê nirxand û diyar kir ku ev rewş bi xwe re tevgereke nû ya aborî, siyasî û leşkerî anî û vê yekê jî bi xwe re pêvajoya krîzê aniye. Ji Ajansa Mezopotomyayê Esra Solîn Dal bi rojnameger Mûsa Ozûgûrlu re axivî.

Swêdê Tirkiyeyê re got na!

Ozûgûrlû da zanîn ku di hevdîtinê de gavên ku Swêdê di çarçoveya peymanên di nav ‘Bîrnameya Sêalî’ de hatin nirxandin û destnîşan kir ku qanûna nû ya ku di 1’ê hezîrana 2023’yan de ket meriyetê, di nav de “têkoşîna li dijî terorê” û xebatên rêxistinê yên li Swêdê hatin nîqaşkirin. Ozûgûrlû destnîşan kir ku ji dema endamtiya NATO’yê ya Swêd û Fînlandiyayê hat rojevê, Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ev yek wek bazarî bi kar anî. Ozûgûrlû, anî ziman ku bi taybetî di mijara endametiya Swêdê de pirsgirêkên Erdogan hebûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku Swêd ev demeke dirêj e di mijara hin pirsgirêkên siyasî yên Tirkiyeyê de welatekî çalaktir e. Di heman demê de, ew welatek e ku hin navên wê hene ku wekî aliyên van pirsgirêkan têne fikirîn. Ji ber vê yekê, bêtir dosyayên hikumeta Swêdê hene. Lê heman tişt ji bo Fînlandiyayê derbas nabe, lewma endamtiya wê yekser hat pejirandin. Ji mêj ve ye der barê pirsgirêka kurd de hin hêviyên Tirkiyeyê ji Swêdê hene. Helwesta Swêdê ya li hember mafên mirovan û azadiyan di van salên dawî de nêzikî helwesteke bêalîtir bûye. Anku em dibînin Ewropa li gorî salên borî di mijara kurd de kêmtir aktîf e.”

Bazara kurdan dibe

Ozûgûrlû bal kişand ser mijara radestkirina navên kesên PKK’yî û tevgera kurd ku hêviyên Erdogan jê hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta niha Swêdê bersiveke zelal nedaye daxwazên Erdogan. Ji ber ku Fînlandiyayê daxwazên Tirkiyeyê bi cih anîn, yekser endamtiya wê hat qebûlkirin. Lê helwesta Swêdê rast e. Navên ku Tirkiye ji Swêdê dixwaze hene. Navên ku di salên berê de lê digeriyan hene. Mirov dikare vegerandina wan bixwaze, ev nav tenê 10-15 kes in, ez bawer nakim zêde bin. Dîsa dibe ku daxwaz bikin ku bi tu awayî rê nedin van koman ku li welatê xwe kar bikin. Ji ber ku destûr nayê dayîn ev rewş bi berdewamiya pirsgirêka kurd ve girêdayî ye û bi milyonan mirov eleqedar dike. Ji ber vê yekê ji bo Tirkiyeyê girîng e ku nifşên nû pêvajoyek wiha bidomînin û ev jî tê wê wateyê ku destûr nedin hin rêxistin û komeleyan. Hêviyek Tirkiyeyê wiha heye. Xuya ye ku Tirkiye negihiştiye tiştê ku dixwaze lê bazar berdewam e. Ji ber ku Swêdê tiştek nedaye destê Tirkiyeyê, krîza di vê mijarê de didome.”