2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê 33 roj in di greva birçîbûnê de ne

Mazlûm Dag û Abdûrrahman Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin, li dijî ferzkirina cilên yek tîp û binpêkirinên mafan 33 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne.

Li Hewlêra Herêma Kurdistanê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li dijî wezîfedarê Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya Hewlêrê dîplomatê tirk Osman Kose êrîş pêk hat. Di êrîşê de Kose û welatiya Iraqê Nerîman Osman û welatiyê ji Hewlêrê Beşdar Ramazan di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan.

Mazlûm Dag û Abdrrahman Er bi sedema vê êrîşê hatibûn girtin û bi hinceta êrîş li dar xistine ji aliyê dadgeha dereceya ewil ve li Dag û Er cezayê darvekirinê hatibû birîn. Binpêkirina mafan a li dijî Dag û Er ên li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin, didome. Dag û Er ên li dijî ferzkirina cilên yek tîp di 18’ê gulanê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.

Dag û Er, li girtîgeha lê tên ragirtin li dijî binpêkirinên mafan û îşkenceyê di 28’ê îlona 2022’yan de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û piştî ku daxwazên wan hatibû qebûlkirin di roja 14’emîn de çalakî bi dawî kiribûn.

Dag û Er, li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê dijîn jî di 13’ê sibata 2022’yan de dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn û li ser daxwazên wan hatibûn qebûlkirin, di roja 9’emîn de dawî li çalakiya xwe anîbûn.